Walî Karaloglu serdana şevnişîna keçikan kir
Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu ligel hevjîna xwe Sevîm Karaloglu, berî ezmûna YKS’ê serdanek bo xwendekarên Şevnişîna Keçikan a Şaredariya Bajarê Mezin pêk anî.
Walî Karaloglu ligel hevjîna xwe Sevîm Karaloglu, berî ezmûna YKS’ê serdanek bo xwendekarên Şevnişîna Keçikan a Şaredariya Bajarê Mezin pêk anî. Zarokên sêwî, hejar û desteng di vê şevnişînê de perwerdeya xwe dikin.
Walî Karaloglu û hevjîna xwe, bi xwendekarên şevnişînê re sohbet kir û ji bo ezmûna YKS’ê serkeftin ji wan re xwest.
