Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Walî Munîr Karaloglu: “Îtfaiyekarî karekî pîroz e”

Ji bo neferên îtfaiyê yên nûka di bin banê Serokatiya Daîreya Îtfaiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin de dest bi kar kirin dest bi danîna “Perwerdeya Oryantasyona Karmendan” hate kirin.

Bernameya perwerdeyê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin û BEM-BÎR-SEN’ê ve hate lidarxistin, ji bo neferên nûka di bin banê Serokatiya Daîreya Îtfaiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin de dest bi kar kirin bernameyek li dar ket.

Di bernameya li Navenda Çandê ya Alî Emîrî hate lidarxistin de Walî Munîr Karaloglu daxuyand ku çawa mafê jiyanê mafekî pîroz e her weha hinek pîşe û kar jî wisa pîroz in.

Walî Karaloglu bal kişand ku yek ji van pîşeyan jî îtfaiyekarî ye û weha axivî:

“Teşkîlata îtfaiyê bi karê parastina mafê jiyanê, bi hawar û gaziya mirovên di tengiyê de radibe. Lewra divê her nefere îtfaiyê ro 24 saet hişyar be û 365 rojan di amadebaşiyê de be. Belkî qet pêdivî bi we çênebe lê kengî li deverekê pêdivî bi we çêbû divê demildest hûn bi hawar û gaziya wan biçin. Hûn heyata xwe dixin xeterê da ku heyata hinekên din rizgar bikin û wan biparêzin. Ji ber vê yekê îtfaiyekarî pîşeyekî pîroz e.”

Karaloglu bi bîr xist ku 75 kes li îtfaiyê zêde bûne û bi vê re hejmara neferên îtfaiya Diyarbekirê bûye 320 kes û weha axivî: “Şaredariya Bajarê Mezin di qadeke 15 hezar û 200 metrekareyî xizmetê dide 17 navçeyan. Êdî sînorên mulkî Şaredariya Bajarê Mezin bi xizmetguzariya 17 navçeyan radibe. Heçî îtfaiye ye bi xizmeta xwe li her quncikî xizmeta Şaredariya Bajarê Mezin raber dike.”

“Em ê van hevalan tim xurt û serxwe bihêlin”

Karaloglu diyar kir ku ev 75 kesan ji nav 492 kesan hatine hilbijartin û got: “Heçî îtfaiyekarî ye têkiliya şagirt û pisporiyê giring e.” Karaloglu weha axivî:

“Karmendên pispor divê baş li ser van hevalan bisekinin heta ew şareza dibin. Van hevalên me tişta heta niha di pirtûkan de xwendine êdî bi pratîkî dê îtfaiyekariyê bikin. Divê em van hevalên xwe gelek baş bigihînin. Em ê ji bo her hevalê nû serlêdan kirî li gorî eleqeya wî berê wî bidin şaxeke sporê. Ji bo kesên dildarên çiyageriyê em ê wan rayê çiyageriyê bikin, ji bo melevan û xozneberan em ê wan raberî wirê bikin, em ê wan tin bihêlin serxwe û kişt.

Perwerdeya sê rojan a li Navenda Çandê ya Alî Emîrî, ji aliyê Hîndekarê Zanîngeha Yildirim Beyazidê Tarkan Zengîn, Hîndekara Fakulteya Zanistên Ewlekariyê Dr. Ulku Nur Zengin û Hîndekar Biçen Goren ve der barê “Berevaniya Sîvîl û Agirkujî, zimanê laş, krîz rêvebirin, nirxên sincî, kontrola hêrsê û danûstanê” de perwerde tê dayîn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan