Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Walî Su, ligel zarokan dar çandin

Walî Su: “Jîngeheke têr tesel, hawirdoreke hêşîn ji bo jiyana tendurist giring e” Waliyê Diyarbekirê Alî Ihsan Su, bi boneya helkefta 1-7ê G-Hezîranê Hefteya Jîngehê ligel zarokan ajarên daran daçikandin erdê. Walî Su, li cihê stadyuma berê ya Diyarbekirê ku li navçeya Yenîşehrê ye û Baxçeyê Miletê

Walî Su: “Jîngeheke têr tesel, hawirdoreke hêşîn ji bo jiyana tendurist giring e”

Waliyê Diyarbekirê Alî Ihsan Su, bi boneya helkefta 1-7ê G-Hezîranê Hefteya Jîngehê ligel zarokan ajarên daran daçikandin erdê.

Walî Su, li cihê stadyuma berê ya Diyarbekirê ku li navçeya Yenîşehrê ye û Baxçeyê Miletê lê têt avakirin bi xwendekarên dibistanê re ajar li erdê daçikilandin û av dan.

Walî Su, der barê çalakiyan de daxuyanî dan û got, Baxçeyên Miletî di warê pêşketina hişmendiya jîngehparêziyê de pir baş in û şênî jê sûdê werdigirin.

Walî Su, got ji bo deverên hêşîn zêdetir bibin çandina ajaran gelek giring e û weha axivî:

“Jîngeheke têr tesel, hawirdoreke hêşîn ji bo tenduristiyê pir mifayê xwe heye. Ez roja jîngehê pîroz dikim. Vê hefteyê dê hin bernameyên me hebin. Dê bernameyên bo zarokan û meşên me hebin. Înşelleh bi saya van helkeftan hişmendiya jîngehparêziyê pêl bikeve. Bila roja jîngehê li welatiyan pîroz be.”

Di van helkeftan de 1200 dar û 300 hezar dirext dê bêne çandin.

Di bernameyê de, Qeymaqamê Yenîşehrê Murat Beşikçi, Midûrê Guherîna Kêşhewayê û Jîngeh û Bajarvaniyê Ufuk Nurullah Bilgin, nûnerên saziyên civakî amade bû.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan