Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Xebat ji bo çavkaniyên jeotermal dest pê kirin

Şaredariya Bajarê Mezin û Gerînendetiya Giştî ya MTAyê bi hev re projeyeke bi pêş xist û ji bo peydakirina kaniyên avê xebata vedana sondaja jeotermalê dan destpêkirin. Serokatiya Daîreya Pêşxistina Çavkaniyan li gundê Çarûxlî ya bi ser Sûrê li ser 4 hezar û 600 hektar erdê dest bi vedana bîra avê k

Şaredariya Bajarê Mezin û Gerînendetiya Giştî ya MTAyê bi hev re projeyeke bi pêş xist û ji bo peydakirina kaniyên avê xebata vedana sondaja jeotermalê dan destpêkirin.

Serokatiya Daîreya Pêşxistina Çavkaniyan li gundê Çarûxlî ya bi ser Sûrê li ser 4 hezar û 600 hektar erdê dest bi vedana bîra avê kir.

Piştî ku xebata jeofizik a bi boneya vê projeyê hatiye destpêkirin gihîşt encamê xebata vedana bîra jeotermal dest pê kir.

Xebatkarên teknîkî yên MTAyê heta niha heta 680 metir bi pêş ve çûne û xebata vedana bîrê dê heta 2 hezar û 200 metirê biçe.

Heke çavkaniya jeotermal bête vedîtin dê mînerala wê bête kontrolkirin û paşê ew ji bo turîzm û çandiniyê bête bikaranîn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan