Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Xebata li ser Seyrangeha Recaî Kutan didome

Şaredariya Bajarê Mezin, bi xebatên nûkirin û nûjenkirina Seyrangeha Recaî Kutan berdewam e. Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, li ser Seyrangeha Recaî Kutan ku li ser 161 donim erdê hatiye danîn xebatên nûjenkirinê dimeşîne. Ekîbên Şaredariyê bi vê mebestê xebatên peyzaj, hawirçakî û şînkirina sey

Şaredariya Bajarê Mezin, bi xebatên nûkirin û nûjenkirina Seyrangeha Recaî Kutan berdewam e.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, li ser Seyrangeha Recaî Kutan ku li ser 161 donim erdê hatiye danîn xebatên nûjenkirinê dimeşîne.

Ekîbên Şaredariyê bi vê mebestê xebatên peyzaj, hawirçakî û şînkirina seyrangehê didomînin, li seyrangehê 21 xaniyên bongalov li ser 21 metrekareyê çêdike, ligel wê 6 unîteyên civakî ku pêk têt ji xaneya cilşûştin, ûtîkirin, destava jin û mêran û kafeyê ava dike. Ev avayên darî ne.

Di xebatên nûkirinê de heta niha li qadê binesaziya kanalîzasyon, vexwarin, şewat û ava avdanê, otopark, depoya avê, avahiya kargêriyê, mizgeft, avahiya xizmetê, yarîgeha zarokan, xaniyên bungolav, dîwarên bend û derdorê û restorana kevirî hatiye pêkanîn.

Tê çaverêkirin seyrangeh di kewçêra 2022ê de bikeve ber xizmetê lewra hê dê li seyrangehê melevangeh, yarîgeh, kampa şopgeriyê, qada lîstika paintbolê, tîrvanî-bazvanî, şaneşîn, rêyên peyasê, sehayên basketbolê, otoparkek 360 wesayitî ji bo welatî demeke xweş lê biborînin bêne dabînkirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan