Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Xebatan li ser çatrêka Rêya Rihayê dest pê kir

Şaredariya Bajarê Mezin, li ser Çatrêka Nefelê ya Rêya Rihayê, Bulvara Xalid Bin Welîd û Cadeya Sultan Sasa digihîne hev xebatên peyzaj û hawirçakiyê dan destpêkirin. Şaredariya Bajarê Mezin, bi xebatên xwe yên ji bo xweşkûktirkirina bajêr berdewam e. Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, li ser Çatrê

Şaredariya Bajarê Mezin, li ser Çatrêka Nefelê ya Rêya Rihayê, Bulvara Xalid Bin Welîd û Cadeya Sultan Sasa digihîne hev xebatên peyzaj û hawirçakiyê dan destpêkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi xebatên xwe yên ji bo xweşkûktirkirina bajêr berdewam e.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, li ser Çatrêka Nefelê ya Rêya Rihayê, Bulvara Xalid Bin Welîd û Cadeya Sultan Sasa digihîne hev xebatên peyzaj û hawirçakiyê dimeşîne.

Ev çatrêk bi giştî ji 98 hezar metrekareyê pêk tê, 48 hezar metrekareya wê ji bo şînkahiyê hatin veqetandin. Di çarçoveya xebata hawirçakiyê de 128 metre dê dîwarê kevirî bête lêkirin û 1825 darên 18 celebî bêne daçikandin.

Dê li deverê 154 hezar û 338 devî bêne çandin û kulîlkên demsalî bêne çandin bona vê jî bîra avê hate vedan û ava avdanê hate derxistin.

Dê li çatrêkê pergala avdanê ya xweber bête sazkirin û dê depoyeka avê ya 350 tonî jî bête çêkirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan