Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Çêkirin, Sexbêrî û Çaksaziya Rêyan

Xebatên qîrkirina rêyên gundan berdewam dikin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca ku alîkariya binesaziya veguhastinê li navenda bajêr û taxên gundewarî bihêz bike, xebatên çêkirin, duristkirin û tamîrkirina rêyan berdewam dike.

Ekîbên Serokatiya Daîreya Çêkirin, Lênêrtin û Tamîrkirina Rêyan; li navçeyên Yenîşehir, Sûr, Farqîn, Bismil, Çinar, Pasûr, Lice, Erxenî û Pîranê xebatên kolan, tijîkirin, stebîlîze, binaxekirin, bingeh, lêkirina bi rûberî, parke û avahiyên hunerî dimeşînin.

Li Yenîşehirê xebat berdewam dikin

Li navçeya Yenîşehirê li ser rêya 2,6 kîlometreyî ya Taxa Bahçelievlerê û beşa 4,9 kîlometreyî ya Rêya Kanalê xebatên binaxê hate temamkirin û lêkirina bi sathî hate kirin. Li Taxa Hantepeyê jî li ser rêya 8,7 kîlometreyî xebatên kolan, tijîkirina bi kevir, tijîkirina stebîlîze û avahiyên hunerî tên meşandin.

Li Sûrê dê xebata qîrkirinê bête kirin

Li navçeya Sûrê li ser rêya 3,2 kîlometreyî ya Taxa Kuçukkadiyê û gezergeha 3,4 kîlometreyî ya di navbera Sarikamiş-Şêxxelîkanê de xebat tên kirin. Li rêya 5,4 kîlometreyî ya di navbera Buyukkadi-Sarikamişê de raxistina bin-bingeh û bingehê hate temamkirin. Li vê guzergehê dê xebatên qîrkirina qata yekem û duyem bête destpêkirin.

Li Farqînê xebatên bingeh û asfaltê

Li navçeya Farqînê li ser rêya 4,2 kîlometreyî ya di navbera taxên Salikan-Feran-Saglikê de, rêya 1 kîlometreyî ya di navbera Weysikan-Bayatli de û Komerêka gundê Huseyna 12,2 kîlometreyî xebat tên meşandin.

Li Komerêka Şifkatê ku dirêjahiya wê bi tevahî 22 kîlometre ye raxistina bingehê û xebatên asfaltê berdewam dikin. Xebatên asfaltkirinê yên li beşa 7 kîlometreyî hate temamkirin, li beşa 15 kîlometreyî ya dî de jî xebat berdewam dikin. Ekîb her wiha li navenda navçeya Farqînê li ser qada 4 hezar metrekareyî xebata raxistina kevirên parkeyê dimeşînin.

Li Bismilê li ser rêya du taxan xebat

Li navçeya Bismilê li ser Rêya Taxa Kerxê-Kayalarê ya 1,5 kîlometreyî xebatên raxistin û tengkirina materyalên bingehê tên meşandin û rê ji bo raxistina asfaltê bête amadekirin. Li beşa 4,6 kîlometreyî ya Rêya Taxa Zerî-Axzerkê jî xebatên binaxekirinê berdewam dikin.

Li Çermûgê xebatên binesaziyê dest pê kirin

Li navçeya Çermûgê li ser rêya di navbera Karto-Xendekê de xebatên binesaziyê dest pê kirin. Li Rêya Taxa Şêxanê ku di bernameya xebatê de cih digire dê di pêvajoya li pêşiya me de xebat bêtin destpêkirin.

Li Çunguşê rêya taxa Şêxana Jorîn xistin nav bernameyê

Li navçeya Çungûşê Rêya Taxa Şêxana Jorîn xistin nav bernameya xebatê. Li gorî bernameyê dê li vê gezergehê xebatên rê dest pê bikin.

Li Çinarê beşa 20 kîlometreyî hate temamkirin

Li navçeya Çinarê li ser Komerêya Kurgûnê ya 23 kîlometreyî xebatên binaxekirinê û avahiyên hunerî berdewam dikin. Li beşa 20 kîlometreyî ya guzergehê xebatên raxistin û tengkirina bin-bingehê hate temamkirin, li beşa 3 kîlometreyî ya qismî de xebat berdewam dikin.

Li Pasûr û Liceyê xebat berdewam dikin

Li navçeya Pasûrê li ser Rêya Taxa Sipkî-Şêwişan a 6,4 kîlometreyî xebatên raxistin û tengkirina binaxekirinê tên meşandin. Li navçeya Liceyê jî li ser Rêya Taxa Someradanê xebatên kolan, tijîkirin û menfezê berdewam dikin.

Li Erxenî li ser sê gezergehên cuda xebat

Li navçeya Erxeniyê li ser komerêka Xidrê ya 17 kîlometreyî raxistina binaxekirinê berdewam dike. Li Taxa Sincikê li ser qada 6 hezar metrekareyî xebata raxistina kevirên parkeyê tê meşandin, li Rêya Kumçiyê ya 3 kîlometreyî jî xebatên kolan û tijîkirinê hate temamkirin.

Li Pîranê binesaziya rê tê bihêzkirin

Li navçeya Pîranê li ser Rêya Taxa Herîdan a 3 kîlometreyî kolan û tijîkirin, li Rêya Mezraya Tunekrekê ya 3 kîlometreyî jî raxistina bin-bingehê berdewam dike. Xebatên tijîkirina stebîlîze yên li beşa 4 kîlometreyî ya Rêya Taxa Xaçekçûrê hate temamkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi armanca ku mercên veguhastinê yên taxên gundewarî baştir bike û veguhastineke ewle peyda bike, dê xebatên çêkirin, duristkirin û tamîrkirina rêyan li gorî bernameya diyarkirî berdewam bike.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan