Xebatên seyrangehê li ber qedandinê ne
Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya Pîranê li keviya gola bendavê ya Keybanûyê “Kampa Ciwanan a Selahedîn Eyûbî” çêdike.
Şaredraiya Bajarê Mezin, ciwanan ji bo qadên warê sporê, çandê û civakî dabîn bike xebatên xwe bêrawestan didomîne.
Li gorî girêbesta Şaredariya Bajarê Mezin û Wezareta Ciwanan û Sporê de hate îmzekirin ji bo ciwanan “Kampa Ciwanan a Selahadîn Eyûbî” têt çêkirin, ji sedî 70ê yê vê kampê amade ye.
Li gorî projeya ji aliyê Wezareta Daîreya Park û Baxçeyan ve hate amadekirin li navçeya Pîranê li ber keviya Gola Bendavê ya Keybanûyê 17 lojmanên aydê Saziya Karûbarên Avê ya Dewletê li ser 180 donim erdî xwaringeh û avahiyên kargêriyê tên çêkirin.
