Xelatên pêşbirka helbestan a “Fetha Diyarbekirê” hatin dayîn
Bi boneya sala 1382’ê ya Fetha Diyarbekirê pêşbirka helbestan a “Fetha Diyarbekirê” hate lidarxistin û xelatên serketiyan li wan hatin belavkirin.
Bi boneya sala 1382’ê ya Fetha Diyarbekirê ji aliyê artêşa îslamê ve bi serperiştiya parêzgariyê Şaredariya Bajarê Mezin bi hevkariya Gerînendetiya Perwerdeya Bajêr pêşbirka helbestan a “Fetha Diyarbekirê” hate lidarxistin û jûriya pêşbirkê encam aşkere kirin.
Di pêşbirkê de, ji Lîseya Şehît Ozkan Ozendî ya Îmam Xetîba Anatolyaya Farqînê Zubêr Çetînkaya, ji Lîseya Ehmedê Xanî ya Peyasê Zelal Kiliç, ji Dibistana Navîn a Îmam Xetîbê ya Şehîd Xalid Gulser a Peyasê Eda Elam, ji Dibistana Navîn a Baglar 700. Yil Îshak Îpek hêjayî xelata derece yek hatin.
“Fetha Diyarbekirê, xeberê fetha Malazgirtê, mizgîniya fetha Stenbolê ye”
Merasîma xelatdanê li Navenda Çand û Kongreyan a Sezai Karakoç hate pêkanîn, Walî Munîr Karaloglu di axaftina xwe de got ku wek deynê wefayê ji bo sehabiyên ev bajêr kiriye dergehê îslamê bo Anatolyayê, ji bo artêşa îslamê û beşdarên fethê wan pîrozbahiyên sala 1382’ê pêk anîne.
“27’ê Gulanê fetha Diyarbekirê ye, bi wê fethê re dergehê vê axê li îslamê vebûne û îslam li ser vê erdê ewil bi Diyarbekirê dest pê bûye. 29’ê Gulanê jî roja fetha Stenbolê ye ku bi wê fethê re êdî mîsoger bûye ku ev erd heta roja qiyametê ya îslamê ye.” Karaloglu weha axivî:
“Fetha Diyarbekirê, xeberê fetha Melezgirtê û mizgîniya fetha Stenbolê ye. Heke fetha Diyarbekirê nebûya, fethên Melezgirt û Stenbolê jî nedibûn. Fetha Diyarbekirê ne tenê Diyarbekirê eleqedar dike, heman wext Anatolya û rojavayê wê jî eleqedar dike. Lewra ji bo bibîrxistina vê kawdana giring me ev çalakî pêk anî û em ê çalakiyên weha pêk bînin.”
Karaloglu bi bîr xist ku ji ber nexweşiya vegir ew gelek bernameyan ser tora medyaya civakî dikin û got, wan dil heye salên pêş fetha Diyarbekirê bi bernameyên berfireh û beşdariyên boş pêşwazî bikin.
“Ez çavê hemû beşdarên pêşbirkê maçî dikim”
Karaloglu da zanîn ku Diyarbekira bajarê sehabe û pêxemberan heman kat bajarê helbestvan û şairan e jî û weha axivî:
“Ligel şiûra fethê em dixwazin çanda bişkaftina şairan a Diyarbekirê jî bidomînin. Bila Ehmed Arifên nû, Cahît Sitki Taranciyên nû, Sezai Karakoçên nû ji vî bajarî rabin. Bi izna Xwedê dê rabin jî. Ez hemû zarokên me yên îro helbestên xwe şandine vê pêşbirkê pîroz dikim, çavê wan maçî dikim û yên serkeftî jî ducare pîroz dikim. Înşeleh salên pêş ew ê bi helbestên xwe yên hêj baştir derkevin pêş û bibin şairên naskirî.”
Karaloglu, di dawiya axaftina xwe de spasî li saziyên civaka sîvîl kir ku keda wan di ber pêkanîna bernameyên fethê de heye. Her weha malavayî li hemû şêniyên bajêr jî kir.
Piştî axaftinan xelatên serkeftiyan jê re hatin diyarîkirin.
Her weha Zubêr Çetînkaya ku di pêşbirkê de xelata derece yek wergirt, romana xwe “Ebabîlê Bajarekî” diyarî Walî Munîr Karaloglu kir.
