Ji bo xwendekarên ku cara ewil li zanîngehê hatine bicihkirin dê 25 hezar TL piştgiriya perwerdehiyê bê dayîn
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di sala xwendinê ya 2026-2027an de dê bi giştî 25 hezar TL piştgiriya perwerdehiyê bide xwendekarên ku cara ewil li zanîngehê hatine bicihkirin. Serlêdanên xwendekarên ku dixwazin ji vê piştgiriyê sûd werbigirin, di navbera 7-25ê Cotmehê de dê bên girtin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca xurtkirina wekheviya derfetan di perwerdehiyê de û pêşkêşkirina tevkariyê ji bo mesrefên perwerdehiyê yên xwendekarên nû dest bi zanîngehê kirine, bernameya piştgiriya perwerdehiyê didomîne. Bi bernameya ku ji aliyê Serokatiya Daireya Xizmetên Civakî ve tê birêvebirin, tê armanckirin ku mesrefên perwerdehiyê yên xwendekar û malbatên wan ên ku pêwîstiya wan bi piştgiriya aborî heye, bên sivikkirin.
Bi giştî 25 hezar TL piştgirî dê bê dayîn
Ji bo xwendekarên ku şertên serlêdanê pêk tînin re dê bi giştî 25 hezar TL piştgiriya perwerdehiyê bê dayîn. Tê planqirin ku dravdan di meha Mijdara 2026an de 10 hezar TL û di meha Nîsana 2027an de jî 15 hezar TL, bi du trêşan (taksît) bên dayîn. Li gorî şertên budçe û pêkanînê, mimkun e ku dravdan di carekê de bê kirin an jî mîqdarên trêşan bên guhertin.
Serlêdan di navbera 7–25ê Cotmehê de dê bên girtin
Xwendekarên ku dixwazin ji piştgiriya perwerdehiyê sûd werbigirin, dê bikarin di navbera 7-25ê Cotmehê de li ser navnîşana [https://egitimdestek.diyarbakir.bel.tr/](https://egitimdestek.diyarbakir.bel.tr/) serlêdanê bikin.
Xwendekarên ku bi rêya ezmûna jêhatiniya giştî (yetenek) li derveyî bicihkirina navendî li zanîngehên dewletê hatine bicihkirin û xwendekarên ku li bernameyên sedî 100 bursî yên zanîngehên Weqfê an taybet hatine bicihkirin, divê belgeyên ku rewşa wan a bicihkirinê û xwendekariyê nîşan didin, bi destî xwe radestî Serokatiya Daireya Xizmetên Civakî bikin.
Şertên serlêdanê
Li gorî encamên bicihkirinê yên OSYMê yên sala 2026an, xwendekarên ku cara ewil li bernameyeke pêşlîsansê an jî lîsansê ya zanîngeheke dewletê yan jî li bernameyên pêşlîsansê an lîsansê yên bi bursê sedî 100 ên zanîngehên weqfê an taybet hatine bicihkirin, dê bikarin ji vê piştgiriyê sûd werbigirin.
Divê xwendekarên ku dê serlêdanê bikin, beriya 7ê Cotmeha 2026an li Amedê niştecih bin, di ser 30 salî re nebin û ji aliyê rewşa aborî ve pêwîstiya wan bi piştgiriya perwerdehiyê hebe.
Belgeyên ku ji bo serlêdanê pêwîst in
Di serlêdanan de dê belgeya xwendekariyê ya çalak, belgeya cîwarbûnê û navnîşanê ya ku dîroka wê diyar e, belgeya ku kesên li heman malê dijî nîşan dide û bordroya meaşê ya şeş mehên dawî ya dayik û bav an jî qeyda xizmetê ya SGKê bên xwestin. Divê dê û bavên ku naxebitin jî qeyda xizmetê ya SGKê pêşkêş bikin.
Ji xwendekarên ku li bernameyên bursî yên sedî 100 ên zanîngehên weqfê an taybet hatine bicihkirin re her wiha dê belgeya ku rewşa bicihkirinê û bursiyariyê nîşan dide jî bê xwestin.
Ji bo ku dravdan bên kirin, pêwîst e agahiyên IBANê yên ku li ser navê xwendekarî hatine veqetandin bên pêşkêşkirin. Di dema serlêdanê de agahiyên IBANê yên dê/bav jî dê bên xwestin. Hesabê bankeyê yê xwendekarên di bin 18 salî re, bi destûrê dê/bav dê bê vekirin.
Kesên ku li derveyî çarçoveya piştgiriyê dimînin
Xwendekarên ku ji şaredariyên navçeyên li Amedê piştgiriya perwerdehiyê digirin, dê di heman demê de nikaribin ji piştgiriya perwerdehiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin sûd werbigirin.
Xwendekarên ku li bernameyên perwerdehiya vekirî (açıköğretim), perwerdehiya ji dûr ve û perwerdehiya duyemîn hatine bicihkirin û her wiha xwendekarên ku li derveyî welat (Kibris jî tê de) dixwînin, dê li derveyî çarçoveya bernameyê bên hiştin.
