Xwendekarên beşa avasaziyê li Sûran dersa xwe ya pratîk kirin
Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên restorekirina li Sûrên dîrokî ji bo xwendekarên Fakulteya Avasaziyê kir cihê pratîzekirina dersê.
Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên restorekirina sûrên Diyarbekirê ku di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya UNESCO’yê de ye, didomîne.
Xwendekar û akademîsyenên Fakulteya Avasaziyê ya Zanîngeha Dîcleyê, ji bo deverên restorasyonê yên li navçeya Sûrê gereke teknîkî pêk anîû ji rayedaran agahî wergirtin.
Seroka Beşa Restorasyonê ya Fekulteya Avasaziyê a Zanîngeha Dîcleyê Doç.dr. Emîne Ekîncî Dagtekîn, got ku vê gere gelek sûda xwe di warê pratîzekirinê de li xwendekaran kir.
Di warê teknîka pratîkê de feda wê bo xwendekaran heye
Dagtekin, bi bîr xist ku xebatên li ser sûrên dîrokî ku Diyarbekirê ku di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya UNESCO’yê de ye gelekî serkeftî ne û got ku ew ji bo di cih de şopandina xebatên restorekirinê hatine serdanê.
