Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Zabite rê nade qurban bi qaçaxî bên firotin

Şaredariya Bajarê Mezin, kontrolên xwe dijî deverên ku lê bi awayekî neqanûnî qurban tên firotin pêk anîn.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta parastina tenduristiya gel kontrolên xwe dijî deverên ku lê bi awayekî neqanûnî qurban tên firotin berdewam dike.

Serokatiya Daîreya Zabiteyan û Gerînendetiya Asayîşa Bajêr, li navçeya Baglarê Taxa Yenîkoyê dijî hin deverên ku bê beyter û bê destûr qurbanan xudan dike û difiroşe pêk anî.

Ekîban, der barê van kesên bi awayekî neqanûnî qurbanan xudan dikin û hawirdorê diherimînin û van karan bi neqanûnî pêk tînin ceza birî.

Serokatiya Daîreya Zabiteyan, ji bo vê yekê bang li welatiyan kir ku tiştekî wisa bibînin demildest li Alo 153ê bigerin û Şaredariya Bajarê Mezin pê bihesînin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan