Zarok bi kodkirina robotîk xwe ji bo dema bê amade dikin
Ji bo polên Kodkirina Robotîk ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve di çarçoveya Dibistanên Werzîşê yên Havînê yên bêberamber de hatine vekirin, 400 xwendekaran serlêdan kir. Zarokên ku di pênc koman de perwerdeyê digirin; ji algorîtma û kodkirina li ser bingeha blokan heta sêwirana robotan a bi Arduino di gelek qadan de zanînê bi dest dixin û di heman demê de behreyên xwe yên ramana analîtîk, çareserkirina pirsgirêkan, afirînerî û hevkariyê bi pêş ve dibin.
Program di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Werzîşê de tê meşandin da ku zarok bêhnvedana havînê bi rengekî berhemdar derbas bikin. Armanca bernameyê ew e ku piştgirî bide geşedana zarokan a fîzîkî, hişî û civakî, kultura werzîşê belav bike û şiyanên wan di temenê biçûk de derxîne holê. Di bernameyê de ligel şaxên cuda yên werzîşê, perwerdeya kodkirina robotîk jî tê dayîn.
Bi van perwerdeyan tê armanckirin ku eleqeya zarokan a ji bo teknolojî û zanistê zêde bibe û ew ne tenê amûrên dîjîtal bi kar bînin, di heman demê de bibin kesên ku hildiberînin jî. Zarok zanîna xwe ya teorîk bi sepandinê xurt dikin, kodên ku dinivîsin vediguhezînin robotan û bi vê yekê sêwiranên xwe dixin tevgerê.
Behreyên ramana algorîtmîk û çareserkirina pirsgirêkan geş dibin
Xebatên kodkirina robotîk fêrî zarokan dikin ku pirsgirêkekê dabeşî parçeyên biçûk û birêvebirî bikin, gavên çareseriyê diyar bikin û van gavan bi rêza rast bisepînin. Li rewşên ku koda amadekirî encama ku ew li bendê ne nede, zarok sedema şaşiyê lêkolîn dikin, rêyên cuda yên çareseriyê diceribînin û kodên xwe ji nû ve amade dikin.
Ev pêvajo tevkariyê li behreyên zarokan ên avakirina peywendiya sedem-encamê, ramana analîtîk, plankirin, baldarî û balrêsandinê dike. Xwendekarên ku bi rêya ceribandin-şaşiyê hîn dibin, li ber dijwarî û astengiyan dibin xwedî sebir û afirandina çareseriyê tecrûbe dikin.
Zarok ligel xebatên takekesî, projeyên hevdu lêkolîn dikin, agahiyan bi hev re parve dikin û bi vê yekê behreyên xebata komî û piştevaniyê bi pêş de dibin. Dema sêwiranên ku xeyal kirine veguhêzin robotên ku dixebitin, afirîneriya wan derdikeve holê û ew bi hilberîna xwe ewle dibin.
400 xwendekar di pênc koman de perwerdeyê digirin
Perwerdekara Kodkirina Robotîk Gulşah Yurtsever li ser xebatê zanyarî dan û diyar kir ku 400 zarokan serlêdan kiriye û ji ber daxwaza zêde xwendekar dabeşî pênc koman kirine. Yurtsever anî ziman ku wan bi ravekirina algorîtmayê û qadên ku ew di jiyana rojane de tê bikaranîn dest bi perwerdeyê kiriye û piştre derbasî kodkirina li ser bingeha blokan bûne. Yurtsever destnîşan kir ku xwendekar kodên li ser komputerê amade dikin bar dikin ser robotan û wan bi rengekî fîzîkî dixebitînin; zarok dema dibînin ku robot li gorî kodên wan bi xwe nivîsîne diçin û tên, kêfxweşiyeke mezin dijîn.
Kodên ku dinivîsin vediguhezînin robotan
Mîr Amed Koçak ku tevî perwerdeyê bûye, anî ziman ku wan bi bikaranîna Wedo 2.0, mBlock, Scratch û Arduino robot û lîstikên cuda sêwirandine. Koçak diyar kir ku wan robotên ku ji astengiyan direvin, pey çira diçin û bi deng dixebitin çêkirine û kodkirin wekî "gav bi gav ravekirina tiştên ku divê komputer an jî robota sêwirandî bike" pênase kir.
Koçak destnîşan kir ku wan mantiqa kodkirinê berê di ser Scratch û mBlockê de hîn kir, piştre kodên xwe bi Arduino veguhastine robotên rastîn û got ku gava robota wî ya yekem xebitî, wî kelecaneke mezin jiyaye.
‘Ez dixwazim di paşerojê de robotekî serkeftî çêbikim’
Sedanur Çiftçi jî diyar kir ku ew ji bo hînbûna teknolojiyên nû û çêkirina sêwiranên xwe yên di paşerojê de tevî perwerdeya Kodkirina Robotîk bûye. Çiftçi anî ziman ku di xebatan de ji hêsanî ber bi dijwarî ve çûye û xwe bi pêş xistiye; di astengiyan de kodên astbilindtir ceribandine û bêyî ku bê hêvî bibe xebatên xwe berdewam kirine. Çiftçi bal kişand ku ew dixwaze di paşerojê de robotên serkeftî û resen sêwirîne.
‘Ez bi sepanên kodkirinê hîn bûm’
Miran Enes Baykuşak jî diyar kir ku ew bi hezkirin tevî perwerdeya Kodkirina Robotîk dibe û got ku ew dixwaze di paşerojê de amûrên ku bi xwe dixebitin, mîna otomatên ku El Cezerî çêkiribûn, sêwirîne.
Baykuşak anî ziman ku bi saya vê kursê fêrî Scratch û sepanên kodkirina li ser bingeha blokan bûye ku berê wan nizanibûn; wî destnîşan kir ku di hawîrdora perwerdeyê de agahî û tecrûbeyên xwe bi hevalên xwe re parve dikin.
Baykuşak diyar kir ku di mijarên ku hevalên wî dema nikarin çêbikin pê re dişêwirin û ew bi xwe jî di cihên dijwar de ji hevalên xwe piştgiriyê digire; wî destnîşan kir ku kursê hem tevkariyê li hînbûna wî kiriye hem jî derfet daye ku ew civakî bibe.
