Zarokan 23ê Nîsanê pîroz kir
Zarokên di saziyên bin banê Şaredariya Bajarê Mezin de perwerde dibin bi çalakiyan 23ê Nîsanê Cejna Zarokan pêşwazî kir. Zarokên 4-6 salî ku di krêşên bi banê Gerînendetiya Zarokan a Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de perwerde dibin, li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç nimayişên xwe pêşk
Zarokên di saziyên bin banê Şaredariya Bajarê Mezin de perwerde dibin bi çalakiyan 23ê Nîsanê Cejna Zarokan pêşwazî kir.
Zarokên 4-6 salî ku di krêşên bi banê Gerînendetiya Zarokan a Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de perwerde dibin, li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç nimayişên xwe pêşkêş kirin.
Malbatên zarokan di bernameyê de amade bûn, zarokan stran gotin koreografiyên xwe pêşan dan. Piştî pêşandana zarokan pêşandana “Aşi”-Maşûq” hate pêşandan.
Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Vedat Gungor, Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Hayrullah Akyildiz, midûrên beşan, zarokên krêşan û malbatên wan tê de beşdar bûn.
Xebata taybet bo 23ê Nîsanê
Zarokên ku di Malên Zanîna Navendî ya bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê de perwerde dibin, xebateke taybet a wêneyan bona 23ê Nîsanê li dar xist.
Di bernameyê de zarokan stran û helbest xwendin, govend gerand û yarîyên aqil û jîrahiyê kirin.
