Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Xizmetên Civakî

Li Zarokistanan serdemek nû dest pê kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi têgihîştina xizmetê ya pirzimanî û pirçandî li Zarokistan 450 Evler, Mala Lênêrîna Rojane ya Zarokistana Bagcilarê û li du odayên lîstikê serdema 2026-2027an da destpêkirin. Li çar navendan geşedana civakî û kesaneyî ya bi tevahî 508 zarokan dê bi xebatên drama, muzîk, şano, felsefe, spor û hunerê bête piştgirîkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo ku piştgiriyê bide geşedana zarokan, jiyana wan a civakî xurt bike û jiyana malbatan hêsan bike xebatên xwe berdewam dike. Li ser navê Rêveberiya Şaxa Xizmetên Zarokan a Serokatiya Dairesa Xizmetên Civakî; li Zarokistan 450 Evler, Mala Lênêrîna Rojane ya Zarokistana Bagcilarê, Odeya Lîstikê ya Sumerparkê û Odeya Lîstikê ya Malên Civakî serdema xizmeta pêşdibistanê ya 2026-2027an bi hefteya oryantasyonê dest pê kir.

Li çar navendan dê 508 zarok ji xizmetê sûd werbigirin

Di serdema nû ya xizmeta pêşdibistanê de; li Zarokistana 450 Evlerê 138, li Zarokistana Bagcilarê 150, li Odeyên Lîstikê yên Sumerparkê 160 û li Odeyên Lîstikê yên Malên Civakî 60, bi tevahî 508 zarok dê ji xizmetên pêşdibistanê yên Şaredariya Bajarê Mezin sûd werbigirin.

Di qadên cûda de dê jêhatîbûn ji zarokan re bête qezenckirin

Li Kreş û Malên Lênêrîna Rojane yên Zarokistanê, di dirêjahiya serdema xizmeta pêşdibistanê de dê jêhatîbûnên cûda ji zarokên di navbera temenê 3-6an de re bête qezenckirin.

Bi mebesta piştgirîkirina geşedana civakî û kesaneyî ya zarokan, dê atolyeyên drama, muzîk, şano, felsefe, spor û hunerê bên lidarxistin. Xwarina rojane ya zarokan jî dê bi taştê, firavîn û xwarina navberî ku ji hêla diyatîsyenên pispor ve hatine diyarkirin bête dabînkirin.

Xizmeta pêşdibistanê dê bi pirzimanî bête meşandin

Li gorî têgihîştina xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin ku pirzimanî û pirçandiyê bingeh digire, faaliyetên xizmeta pêşdibistanê yên li kreş û malên lênêrîna rojane dê di rojên heftiyê de di navbera saetên 08.00-16.00an de bên meşandin.

‘Pêwîst e her zarok xwe biqîmet û ewle bihesibîne’

Midûra Şaxa Xizmetên Zarokan a Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Şevîn Anik, di nirxandina xwe ya derbarê serdema xizmeta pêşdibistanê ya 2026-2027an de diyar kir ku armanca wan pêşkêşkirina xizmetên bi qalîte ne ku piştgiriyê didin geşedana zarokan.

Anikê got: “Em li ser navê Rêveberiya Şaxa Xizmetên Zarokan a girêdayî Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Kreş û Malên Lênêrîna Rojane yên Zarokistanê ku xizmeta pirzimanî didin û li Odeyên Lîstikê, me îro dest bi serdema xizmetê ya 2026-2027an kir. Em piştgirîkirina geşedana zarokan, xurtkirina jêhatîbûnên wan ên civakî û piştgirîdana malbatan girîng dibînin. Armanca me ev e ku em xizmeteke biikalite pêşkêş bikin ku her zarok xwe biqîmet û ewle bihesibîne û geşedana wan piştgirî bike.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan