Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

“11emîn Festîvala Zebeşên Diyarbekir” birêve çû

Walîtiya Diyarbekir û Şaredariya Bajarê Mezin bi mebesta nasandina zebeşên Diyarbekirê “11emîn Festîvala Zebeşên Diyarbekir” li dar xist. Festîval bû cihê dîmenên rengîn.

Festîval, bi korteja ji Cadeya Ekinciler berev Deriyê Mêrdînê ve bi hêştira zebeş barkirî, tîma bandoyê, koma erbaneyê û ekîbên govendê dest pê kir.

Piştî ku kortej gihîşte Deriyê Çiyê bername bi pêşbirkên zarokan ên wek, xwarin û gêrkirina zebeşan, wênegirtina delaliyê nav zebeşê ya bi beşdariya zarokên 0-2 salî dewam kir.

Zebeşa Diyarbekirê yê girs ku li meydanê bi nexş û fîgurên rengîn hatibû xemilandin pir bala şêniyan kişand.

“Zebeşa Diyarbekir xemla sifreyên mezin e”

Walî Munîr Karaloglu di axaftina xwe de, bi bîr xist ku Diyarbekir şifreyek e û li ser vê destexanê dîrok, çand, şaristanî, birayetî û hezkirin heye.

Karaloglu diyar kir ku Diyarbekir sifreyek e têr û bi ber û bereket e, mirovahiyê li vir dest bi serboriya xwe ya lezetê kiriye ji pênîrê Qerejdaxê bigire heta qedayif, cîgera wê, heta kalekê (parsûyên heşandî), meftûneya kundiran, gelek xwarin û çêjên bêhempa di mutbexa wê de têne çêkirin.

Karaloglu, weha axivî:

“Sifreya Diyarbekirê ji bo her kesî vekirî ye. Aha serpişka vê sifreya me, şînoka wê zebeşa Diyarbekir e. Bi sedan salan e ev zebeşa bi hezar tam û çêj dide li Diyarbekirê bi destê cotyar û rêncberên wê tête çandin. Lewra ji bo em vê zebeşê bi dinyayê bidin nasîn em festîvalê li dar dixin.”

Karaloglu spasiya cotyaran kir ku li nav zeviyên xwe li ber cergê tavê zehmetê dikêşin û vêz ebeşê digihînin ser sifreya me û got ku her çiqas berî niha me piştgiriya gihandina vê zebeşê kir, îsal jî me piştgiriya xwe da cotyaran da ku zebeşan bigihînin.

Zebeşa bi 45 kîlo û 500 gram bû zebeşa herî girs ya salê

Di festîvalê de zebeşa herî girs a salê jî hate hilbijartin. Îsal zebeşa ku bi destê Îkram Alti ve hatiye çandin û giraniya wê 45 kîlo û 500 gram bû zebeşa herî girs, li pey wê zebeşa Abdulhemîd Atli bi 44 kîlo û 100 gramî kete rêza duyan û zebeşa Mehmet Kaya bi 39 kîlo û 700 gramî kete rêza sêyan. Piştî xelata serkeftiyan Gulşen Orhana şêwirmenda serokkomar stranên kurdî gotin.

Festîvala li Meydana Deriyê Çiyê bi pêşkêşkirina stranên stranbêj Ali Aktaş, Leyla Aslan, İbrahim Candan û İlyas Yalçıntaş bi dawî hat.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan