Kampanyaya "Bi keda kolektîf bajarên paqij" li 4 navçeyên navendî berdewam dike
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên Rezan (Baglar), Peyas (Kayapinar), Bajarê Nû (Yenişehir) û Sûrê di çarçoveya kampanyaya "Bi keda kolektîf bajarên paqij" de bi beşdariya welatiyan li gelek xalên cuda yên çar navçeyên navendî xebatên paqijiyê yên berfireh pêk anîn.
Bi armanca ku Amed bigihîje jîngeheke paqij û tendurist û afirandina qadên jiyanê yên domdar, kampanyaya "Bi keda kolektîf bajarên paqij" ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên Rezan, Peyas, Bajarê Nû û Sûrê ve hatibû destpêkirin berdewam dike. Di çarçoveya kampanyayê de ku di 10'ê Tebaxê de li Dortyola Rezanê dest pê kiribû, li deverên cuda yên navçeyên navendî bi beşdariya tîmên şaredariyê û welatiyan xebatên paqijî û agahdarkirinê hatin meşandin.
Li çar navçeyên navendî paqijiya berfireh
Di çarçoveya kampanyayê de li navçeya Peyasê li avahiyên civakî yên Taxa Talaytepeyê, li navçeya Sûrê li herêma Teknokentê ya Taxa Yiğit Çavuşê, li navçeya Bajarê Nû li 450 Evlerê û li navçeya Rezanê li Cadeya Goçmenlerê xebatên paqijiyê hatin kirin.
Di çarçoveya xebatan de ku ji aliyê tîmên şaredariyê û welatiyan ve bi rengekî koordîne dihatin meşandin, li gelek ciyan; di nav de kolan û cade, park, qadên keskeşîn û avahiyên kavil (metruk) paqijiya berfireh hat kirin.
Broşûr hatin belavkirin, agahdarkirin hat kirin
Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serdar Bakiroglu, cîgirên sekreterê giştî, hevserokên şaredariyên navçeyan, serokên saziyan, endamên meclisê û welatî beşdarî xebatên paqijiyê bûn.
Di xebatan de ku li taxan dihatin meşandin ji welatiyan re broşûrên derbarê kampanyaya "Bi keda kolektîf bajarên paqij" hatin belavkirin û li ser armanc û çarçoveya kampanyayê agahî hatin dan.
Kampanya dê heta 21'ê Tebaxê berdewam bike
Di çarçoveya kampanyaya "Bi keda kolektîf bajarên paqij" de dê heta 21'ê Tebaxê li seranserê bajêr xebatên paqijî û agahdarkirinê bêne meşandin. Li seranserê kampanyayê tê armancankirin ku beşdariya civakî bê zêdekirin û ji bo bajarekî paqij hişmendiya berpirsiyariya hevpar bê bihêzkirin.
