Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

2021 li Diyarbekirê bi çand û hunerê derbas bû

Şaredariya Bajarê Mezin, sala 2021ê bi lidarxistina kurs, konser, festîval, sînema, şano, pêşangeh, dîwanên dengbêjan, bernameyên yadkirinê, pêşbirkên çand û hunerê bi çand û hunerê têrtijî borand.

Şaredariya Bajarê Mezin, di sala 2021’ê de ji bo ji 7 heta 70 salî şêniyên Diyarbekirê di her qada çand û hunerê de bernameyên online û rûbirû yên çand û hunerî pêk anîn.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, ji bo tevkariyê bi kerta debarê re bike di gelek waran de karkerên şareza bigihîne li 6 deveran di 148 beşan de ji kursên DÎSMEKê 3 hezar û 860 kesî sûd wergirt.

24 xwendekarên ketine kursan li zanîngehê bi cih bûn

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, ji aliyê hunermendên Konservatuara Bajêr ve projeya ‘Li Kuçeyê Huner Heye” û Kuçe Kolan Dê Ji Hunerê Têr Bibe’ hate bipêşxistin û ji bo şêniyan çalakiyên muzîkê birêve birin.

Ji 17 qadên hunerê kurs hatin vekirin ji van kursan 2 hezar, ji kursên muzîkê yên online yên di 6 waran de 200 kesî sûd wergirt. Bi projeya ‘Huner Ji We Dik Ji Kîsê Me’ piştgirî da 6 projeyên hunerî.

Bi salewext bernameyên sînema û şanoyê belaş bûn

Şaredariya Bajarê Mezin, di tevahiya salê de 18 pêşangehên wêneyan li dar xistin. Pêşangehên li navenda bajêr û navçeyan malovanî ji 19 hezar û 645 kesî re kir.

8 pêşangehên xudan 430 wêneyan jî li ser malpera diyarbakirsergi.com derketin pêşberî hunerhezan.

Bi salewext 12 fîlmên sînemayê hatin pêşandan û 9 hezar û 339 kesî bêpere li vana temaşe kir.

Şanoyên Bajêr ên Şaredariya Bajarê Mezin jî di sezona 2021’ê de du jê şanoyên zarokan 17 seansên lîstika şanoyê pêşkêş kirin. 2 hezar û 920 kesî bi awayekî belaş li van şanoyan temaşe kir.

Di 12 beşan de (Şano, Lîstikvaniya Bingehîn, Dahûrandina Metnê, Dahûrandina Karakterî, Xweberbêjî, Kûkla, Makyaj, Dekor, Kostûm, Drama, Anîmasyon, Pandomîm” kursên şanoyê hatin lidarxistin.

Bernameya Helbet û Şûnwar 6 xelek, bernameya Çîrokbêjên Bi Kurdî jî bi 8 xelekan li ser hesabên medyaya civakî hatin weşandin.

4 şanoyên xwendinê yên ji cureyê Şanoya Radyoyê jî li ser hesabên medyaya civakî hatin weşandin.

Ji Atolyeya Zimanên Qedîm fêrî zimanekî nû bûn

Bi serperiştiya Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, Atolyeya Zimanên Qedîm “Kurdî/Kurmancî-Zazakî, Erebî, Farisî, Suryanî, Osmanî” birêve çû û 1245 kesî beşdarî tê de kir.

Ji bo kevneşopîya dengbêjiyê ji nav neçe û berdewam bibe 35 dengbêjên nû hatin qeydkirin û sala 2021’ê 312 hezar kesî li Dîwanên Dengbêjan guhdarî kir.

Ji bo welatiyên ku derfeta wan tune ye biçin serdana Mala Dengbêjan li ser medyaya civakî 17 Dîwanên Dengbêjan hatin lidarxistin.

31 hezar û 680 kesî xizmeta pirtûkxaneyê girt

Pirtûkxaneya Bajêr a Mehmed Uzun bi salewext xizmeta pirtûkxaneyê da 31 hezar û 680 kesî. 3 hezar û 602 pirtûk bi deyn hatin dayîn û 4 hezar û 320 kesî ji kompûterên bin banê pirtûkxaneyê sûd wergirt. Di pergala pirtûkxaneyê de 559 endamên nû, 173 pirtûk hatin qeydkirin.

Li Diyarbekirê bo cara pêşîn “Mezada Pirtûkan” hate lidarxistin û pirtûkhezan bis aya vê mezadê karîn pirtûkên kevin bi dest bixin û pirtûkên ber destê xwe yên zêde jî li ser mezadê bifiroşin.

Mezada Pirtûkan, dê di “Sezona Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran” de her meh li şûnwarên cur bi cur bêne lidarxistin.

Diyarbekir li derve û hundir hate nasandin

Xebatên Şaredariya Bajarê Mezin bi mebesta geşkirina potansiyela turîzma bajêr û ji turîstên serdana bajêr dikin berdewam in, di nava salê de ji bo nêzî 1600 turîstên biyanî, 52 hezar yên xwecih xizmeta rêberiya turîzmê, şêwirmendî û arastekirinê hate kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta tevkariya danasîna bajêr beşdarî gelek fuarên derve bû.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan