Li Erxeniyê coşa Şahiya Sporê ya Zarokan
Di Şahiya Sporê ya Zarokan de ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Erxeniyê li Taxa Bagûrê hat organîzekirin; zarok tevî şaxên sporê yên cuda, kodkirina robotîk, lîstikên hiş û aqil û çalakiyên perwerdehiyê bûn û rojeke xweş derbas kirin.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Erxeniyê, ji bo tevkariyê li pêşketina sporî, civakî û hişî ya zarokan bikin, li Taxa Bagûrê Şahiya Sporê ya Zarokan li dar xist.
Tevî malbatan, Hevşaredara Erxeniyê Birsen Azak Bayar û Hevseroka DEM Partiyê ya Navçeyê Nudem Arya Guzel jî beşdarî festîvala ku zarokan eleqeyeke mezin nîşan da bûn.
Tecrûbeya şaxên sporê yên cuda jiyan
Di festîvalê de şaxên sporê yên cuda yên wekî futbol, voleybol, basketbol, tenîsa ser masê, dart, dîwarê hilkişînê, langırt û kişik bi zarokan re hatin gihandin hev. Zarokên ku beşdarî lîstikên tîmê û çalakiyên ferdî bûn, sporên cuda tecrûbe kirin û demeke xweş derbas kirin.
Çalakiyên perwerdehî û şahiyê hatin lidarxistin
Ji bilî çalakiyên sporê, cih dan çalakiyên perwerdehî û şahiyê yên ku bala zarokan dikişînin yên wekî lîstikên hiş û aqil, kodkirina robotîk, boyaxkirina rû û malika kivarkê.
Zarokên ku bi rêya lîstikê tecrûbeyên nû bi dest xistin, derfeta têkildarî û derbaskirina demê bi hevalên xwe re dîtin. Li qadên çalakiyê ku piştevaniya hev û parvekirin derketin pêş, dîmenên rengîn derketin holê. Di festîvalê de ava fêkiyan, topkek û av pêşkêşî zarokan hat kirin.
Festîval dê li taxên cuda berdewam bikin
Festîvala ku bi armanca tevkariya li pêşketina civakî ya zarokan, belavkirina çanda sporê û afirandina qadên jiyana civakî yên ewle hatibû organîzekirin, piştî beşdariyeke mezin bi dawî bû.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo zêdekirina gihîştina zarokan a çalakiyên çandî, hunerî, sporî û civakî, dê li taxên cuda yên bajarî organîzekirina Festîvalên Sporê yên Zarokan berdewam bike.
