25 xetan ji bo hatûçûna gundan teklîf dan
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xizmeta hatûçûna komguhêzîyê li ser 40 xetên gundan bi encam bide îhale kir û 25 xetan pêşniyaz hildan.
Bi xebata ji aliyê Serokatiya Daîreya Pêşxistina Jêderkan ve ji bo xizmeta komsiwariyê ji bo gundên bi ser navçeya Baglar, Peyas, Sûr, Yenîşehir, Çinar, Bismil, Pîran, Gêl, Erganî, Henê û Çungûşê bête pêkanîn, îhaley hate kirin.
Îhale li Navenda Çandê ya Alî Emîrî bi serokatiya Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Ayhan Kardan birêve çû û di encamê de ji 40 xetan ji bo 25 xetan pêşniyaz hatin hildan.
Piştî prosedûra qanûnî herî dereng di nava mehekê de dê hilgir bêne aşkerekirin.
