Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

7 beş li Fêrgehên Havînê ya îsal hatin zêdekirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zarokên 7-14 salî Fêrgehên Spora Havînê bi slogana “Bi Fêrgehên Spora Havînê re li Bajarê Bîr û Evînê Ji Nû Ve Bihêz Dibin” 1ê Tîrmehê dest pê dike. Îsal, wekî her sal di gelek branşan de perwerde heye, li rexmî wan 7 branşên nû jî hatine zêdekirin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di mehên havînê de ji bo zarokan Fêrgehên Spora Havînê li dar dixe. Fêrgeh bi slogana “Bi Fêrgehên Spora Havînê Re li Bajarê Bîr û Evînê Ji Nû Ve Bihêz Dibin” heta 24ê pûşperê qeydan qebûl dike û qeyd li Serokatiya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan li Sumerparkê tên pejirandin.

Hate zanîn ku heta niha hezar zarokî serlêdana xwe kiriye.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê serperiştiya vî karî dike û der barê Fêrgehên Havînê de agahî dan û bal kişand ku fêrgehan de kursên melevanî, tenîsa hewingê, futbol, kişik, qarete, zanist û teknolojî, lîstikên aqil û fahmê, nivîskarî û afirandin, matematîk, xwendina bi lez, xebatên geşt û guzarê û muzîkê hene. Bi giştî di 16 beşan de kurs têne pêkanîn.

Hate bibîrxistin ku zarokên keç û kur ên 7-14 salî dê ji van fêrgehan sûdê werbigirin û got ku perwerdeya kursan dê li Sumerparkê, Dezgehên Sporê yên Talaytepeyê, melevangeha li TOKÎya Seyrantepeyê û Mala Zanînê bêne kirin. Hate aşkerekirin ku kurs dê li gorî qerebalixê kom bi kom bêne kirin.

Hate destnîşankirin ku hemû xwendekarên qeyda xwe çêdikin, dê kelûpelê wan ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve bêpere bêne belavkirin û xizmeta servîsa wan jî bêpere dê bête kirin û bang li zarokan hate kirin da ku qeyda xwe çêkin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan