Bi mazûvaniya Şaredariya Amedê Sempozyuma Bîra Civakî, Şahidî û Travmayê tê lidarxistin
Di Sempozyuma “Mafê Axaftinê: Bîra Civakî, Şahidî û Travmayê” de ku dê bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê sibe dest pê bike û du rojan bidome, armanc ew e ku têgiha bêcezahiştinê, temamnebûna pêvajoyên şînê û mercên başbûna kesane û kolektif, li cihê bîra bajêr bi xwe, bi perspektîveke giştî re bên gotûbêjkirin.
“Sempozyuma Mafê Axaftinê: Bîra Civakî, Şahidî û Travmayê” ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Komeleya Xebatên Travmayê û Foruma Aştî û Azadiya Civakî hatiye pêkanîn, dê di navbera 7-8ê Mijdarê de li Salona Konferansê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk bê. Di sempozyûmê de ku dê pisporên ji dîsîplînên cuda, akademîsyen û hevparên bajêr bîne cem hev, diyardeyên bîra civakî, şahidî û travmayê dê bi awayekî pir-alî bên gotûbêjkirin.
Başbûna kesane û kolektîf
Çalakî ji wê rastiyê tevdigere ku gava travmayên civakî tenê wekî ezmûnên kesane bên nirxandin, mercên ku wan çêdikin diyar nabin; di vê çarçoveyê de armanc dike ku zemînek ji bo avakirina zimanekî hevpar ava bike. Di sempozyûmê de bal kişandin ser wê yekê ku Amed bajarek e ku şopên gelek ezmûnên dîrokî dihewîne; ji 1915an heta windakirinên bi zorê yên salên 1990î û hilweşîn û koçberkirinên ku di salên 2015-2016an de li Sûrê qewimîne, tê destnîşankirin ku têgiha bêcezahiştinê, temamnebûna pêvajoyên şînê û mercên başbûna kesane û kolektif, li cihê bîra bajêr bi xwe, bi perspektîveke giştî re bên gotûbêjkirin.
Qada diyalogê ya ku bi şahidiyan dê dewlemend bibe
Çalakî ji forma pêşkêşkirinê ya klasîk wêdetir, wekî qadeke diyalogê hatiye sazkirin ku bi şahidiya beşdar û welatiyên li salonê dê dewlemend bibe, û ew ê bi rêbaza wergera simultane ya bi zimanê kurdî û tirkî ve bi rê ve bibe.
Rûniştinên roja ewil
Bernameya sempozyûmê, roja Şemiyê ya 7ê Mijdara 2026an di navbera saet 09.45–10.30an de bi axaftinên vekirinê dest pê bike, piştre di navbera saet 10.30–12.00an de bi rûniştina “Dengê Yê Ku Hate Bêdengkirin: Ziman, Nasname û Travmaya Navbera Nifşan” berdewam bike. Di saetên pêş ên rojê de bi rêzê ve di navbera saet 12.15–13.45an de rûniştina “Winda û Şahidî: Windakirinên bi Zorê, Bêcezahiştin û Şîn”, di navbera 14.45–15.45an de “Berxwedan û Bîra Jinê”, û di navbera saet 16.00–17.15an de jî rûniştina “Ya ku Di Laş de Mane: Binpêkirinên Mafan, Bîra Bedenî û Mercên Çêkirinê” dê bên lidarxistin.
Pêşniyarên polîtîkayê dê tevkariyê li xebatên şaredariyê bikin
Rûniştina dawî ya roja ewil rûniştina “Pêşniyarên Polîtîkayê” jî dê di navbera saet 17.30–18.40an de bê kirin. Tê armanckirin ku daneyên û daxwazên ku di vê rûniştinê de bên bidestxistin, rasterast tevkariyê li navenda piştgiriya psîkososyal a ku tê plansazkirin di demeke nêz de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bê vekirin û li ser bîra bajêr û welatiyên koçberbûyî hatine kirin, bikin.
Di roja duyemîn de meşa bîrê dê bê lidarxistin
Roja duyemîn a sempozyûmê ku roja Yekşemê ya 8ê Mijdara 2026an e de, xebatên qadê yên têkildarî cihên bîrê yên bajêr dê bên lidarxistin. Meşa Bîrê ya ku dê bi rêberiya Derya Bozarslan a ji Navenda Bîrê ve bê lidarxistin, dê saet di 09.30an de ji Meydana Deriyê Çiyê dest pê bike; ew ê bi rawestgehên Deriyê Serayê, Minareya Çarling, Dêra Ermeniyan a Sûrp Gîragos, Dêra Sûrp Sarkis, Peykerê Wijdana Hevpar û Goristana Ermenan bidome. Ji bo ku derfet ji bo sohbetên qadên vekirî re çêbe û qelebalixî çênebe, meş dê bi 20 kesan re sînorkirî be û serlêdanên ji bo meşê dê di 7ê Mijdarê de li salona sempozyûmê bên girtin.
Berhema du rojan dê di atolyeyê de bê nirxandin
“Atolyeya Ya ku Di Hişê Me de Maye / Ya ku Em Tînin Bîra Xwe” ku di nav de nirxandina berhema du rojan bi beşdaran re tê kirin, dê roja Yekşemê ya 8ê Mijdarê di navbera saet 14.30–16.00an de pêk were.
