Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Çand, Huner û Karûbarên Civakî

Hejmara Mijdarê ya Bajar derket: Xeyala Amedsporê bi xetên xeyalî zindî bû

Hejmara Mijdarê ya kovara xêzeromanê Bajar a ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi Kurmancî û Zazakî tê amadekirin, hate weşandin. Di hejmara nû ya kovarê de ku weşangeriya bi zimanê zikmakî û xêzeromanê tîne cem hev, xeyala klûba Amedsporê ku ji navên navdar ên wêjeya Kurdî pêk tê, bi xetên Îmam Cîcî zindî dibe.

Kovara Bajar ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî ve du mehan carekê li ser platforma dîjîtal tê weşandin, bi hejmara xwe ya mijdarê re gihîşt xwendevanên xwe. Kovara ku armanc dike kultura xwendinê ya bi zimanê zikmakî pêş bixe û belav bike, bang li zarok û gencan dike.

Kovara dîjîtal a 29 rûpelî ku edîtoriya wê ji aliyê afirînerê karakterê Qirix Dogan Guzel ve tê kirin, naverokên ku ji Amedsporê heta wêjeya Kurdî, ji zimanê siyasî ê mîzahê heta macareyên nû yên xêzeromanê pêşkêş dike.

Navên wêjeya Kurdî di xeyala Amedsporê de digehêjin hev

Di hejmara mijdarê de, xeyala klûba Amedsporê ya ku ji navên navdar ên wêjeya Kurdî pêk tê, bo ser ser rûpelên xêzeromanê tê guhastin. Xebata ku bi xetên Îmam Cîcî zindî dibe, futbol û wêjeyê tîne cem hev.

Di xêzeromanan de macareyên nû

Di hejmara nû ya Kovarê de Her wiha xêzeromanên Eşref Mumcu yên bi navê “Mehlûqatên Eşref”, yên Dogan Guzel yên bi navê “Remazanê Çaycî” û “Keko” û ya bi navê “Dedektîfên Kuçeyên Teng Zilkîf” bi macareyên xwe yên nû cî digirin.

Gihîştina dîjîtal a Kovarê

Meriv dikare di ser adresa weşana dîjîtal a Kovarê https://bajar.tr/ re bigehêje hejmara Mijdarê û hejmarên din ên Bajêr.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan