Akademîsyenên Aştiyê serdana Mizrakli kir
Akademîsyenên Aştiyê ku ji ber danezanek dijî şer û şidetê dabûn bi hukmê KHKê ji kar hatibûn avêtin, serdana Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli kir.
Akademîsyenên Aştiyê ku ji ber danezanek dijî şer û şidetê dabûn û tê de gotibûn, “Em nabin hevparên vî sûcî” bi hukmê KHKê ji kar hatibûn avêtin, serdana Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli kir. Mizrakli ji ber serdana wan a dilsozane spasiya mêvanan kir û maweyekê rûbirû bi mêvanan re hevdîtinek pêk anî.
Di serdanê de Akademîsyenên Aştiyê pirtûkên bi îmze diyarî Mizrakli kirin.
