Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Arizeya di xeta avê de demeke kin hat çareserkirin

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avêû Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), demildest dest di arizeya li xeta avê ya li navçeya Sûrê peydabûyî kir û kêşe hel kir.

Ekîbên Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎ’yê, destwerdan li arizeya bi xeta avê ketî kir û nehişt welatî ji ber birîna avê mexdûr bibin.

Ekîban li gundê Qitilbêla bi ser navçeyê ve, arizeyek di xeta avê ya 1000 metre ya pola de peyda kir, ji bo çareserkirina arizeyê ekîb demildest çûn cihê bûyerê û bêyî ku li gundê Tilelo û Qitilbêlê pirsgirêka bêaviyê çêbibe, kêşe çareser kir.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî, li cihê bûyerê saxtî kirin û der barê arizeyê de agahî ji rayedaran wergirtin.

Tutşî, ji ber xebata xwe ya ji dil û can spasiya xebatkaran kir û got ku ew bi taybetî lê dixebitin ku di kelegermê de pirsgirêka avê çênebe.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan