Li Sumerparkê sînemaya belaş a servekirî dest pê dike
Yekeya Sînemayê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Sînebîr, di navbera 14’ê Tebaxê û 19’ê Îlonê de li Amfîteatoya Sumerparkê fîlmên li bin esmanê vekirî nîşan dide. Di bernameyê de 6 fîlm ji bo temaşevanên giştî û 6 fîlmên anîmasyonê ji bo zarokan cih digirin. Hemû nîşandan dê saet di 20.00’an de dest pê bikin û belaş bin.
Yekeya Sînemayê Sînebîr ku ser bi Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye, di êvarên havînê de zarok û mezinan li bin esmanê vekirî bi sînemayê re tîne cem hev.
Sînemaya Servekirî ya Sumerparkê di 14’ê Tebaxê de dest pê dike. Çalakiya ku Amfîteatoya Sumerparkê ya li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê mevdandariya wê dike, dê heta 19’ê Îlonê berdewam bike.
Ji bo mezin û zarokan 12 fîlm
Di çarçoveya bernameyê de ji bo temaşevanên giştî 6 fîlm û ji bo zarokan jî 6 fîlmên anîmasyonê dê werin nîşandan. Bi tevahî 12 berhemên ku ji bo komên temenî yên cuda ne, bi bernameyeke ku di ser 6 hefteyan re hatiye belavkirin dê tevî civata hezkiriyên sînemayê bibin.
Nîşandana yekem a bernameyê roja înê, 14’ê Tebaxê bi fîlmê “Valahî”yê dest pê dike. Di nîşandana yekem a ji bo zarokan de jî roja şemiyê, 15’ê Tebaxê fîlmê “Kovboy Çocuklar” dê derkeve pêşberî temaşevanan.
Di meha tebaxê de 5 fîlm dê werin nîşandan
Bernameya meha tebaxê ya Sînemaya Servekirî ya Sumerparkê wiha ye:
· 14’ê Tebaxê În: Valahî
· 15’ê Tebaxê Şemî: Kovboy Çocuklar
· 28’ê Tebaxê În: Hêvî
· 29’ê Tebaxê Şemî: İkizler Takımı
· 30’ê Tebaxê Yekşem: Ormanın Süper Kahramanı
·
Nîşandan dê di meha îlonê de jî berdewam bikin
Nîşandana yekem a çalakiyê ya meha îlonê dê roja înê, 4’ê Îlonê bi fîlmê “Xewno Bêreng” were kirin. Bername dê roja şemiyê, 19’ê Îlonê bi nîşandana fîlmê anîmasyonê yê bi navê “Orman Çetesi: Dünya Turu” bi dawî bibe.
Lîsteya nîşandanê ya meha îlonê wiha ye:
· 4’ê Îlonê În: Xewno Bêreng
· 5’ê Îlonê Şemî: Lassie: Yepyeni Bir Macera
· 11’ê Îlonê În: Kör Noktada
· 12’ê Îlonê Şemî: Mavka: Ormanın Şarkısı
· 13’ê Îlonê Yekşem: Rojbaş
· 18’ê Îlonê În: Uçan Köfteci
· 19’ê Îlonê Şemî: Orman Çetesi: Dünya Turu
Hemû nîşandan belaş bin
Hemû nîşandana fîlman ku dê li Amfîteatoya Sumerparkê pêk werin, saet di 20.00’an de dest pê dikin û dê bi awayekî belaş werin temaşekirin.
