ASKFê serdana Mizrakli kir
Serokê Federasyona Klûbên Amator ên Sporê (ASKF) Remzî Dayan ligel rêveberan serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Seçûk Mizrakli kir û Mizrakli got ku ew ê bi heqanîyet û adelet piştgiriya klûbên amator ên sporê bikin.
Serokê Federasyona Klûbên Amator ên Sporê (ASKF) Remzî Dayan ligel rêveberan serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Seçûk Mizrakli kir. Mizrakli, ji Dayan û rêveberan der barê xebatan de agahî wergirtin û li ser rewşa sporê li bajêr bîr û raya xwe bi hev re parve kirin.
Serokê ASKFê Dayan bal kişand ku kongreya wan nû hatiye kirin û got ku ew jî wek rêveberiya taze hatine serdana wan. Dayan, diyar kir ku wan dest bi xebatên sezona nû kirine û got ku ew dixwazin tesîsên sporê bo ciwanan bên avakirin. Dayan, aşkere kir spor ciwanan ji tiştên nebaş dûr dike û daxwaza hevkariyê li Mizrakli kir.
Mizrakli, bi bîr xist ku spor bo tenduristiya civakê bandoreke baş heye û aşkere kir ku ew ê di çarçoveya heqanîyet û edaletê de piştgiriya pêşxistina sporê bikin.
