Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Banga me ji sporthezan re: Bila fîşekên hewayî bi kar neynin

Sporthezên hêja, maça Amedspor-Îdirsporê ya ku wê di 21ê Nîsana 2024an saet 15.00an de bê lîstin encam çi bibee bila bibe, ji kerema xwe em di çalakiyên xwe yên şahiyê de bala xwe bidin mafê jiyanê yê hemû zindiyan. Em ji bîr nekin, çivîkên ku li derdora çeman vedihewin û li ser banê avahî û daran d

Sporthezên hêja, maça Amedspor-Îdirsporê ya ku wê di 21ê Nîsana 2024an saet 15.00an de bê lîstin encam çi bibee bila bibe, ji kerema xwe em di çalakiyên xwe yên şahiyê de bala xwe bidin mafê jiyanê yê hemû zindiyan.

Em ji bîr nekin, çivîkên ku li derdora çeman vedihewin û li ser banê avahî û daran disekinin, her çend ji dûr û dirêj werin teqandin jî ji deng û ronahiya ku ji ber fîşekan çêdibin ditirsin. Ji ber ku şiyana dîtina şevê ya piraniya çûkan ne pir zêde ye, ev yek dibe sedema encamên wek seqetbûn û mirinê.

Ji ber vê yekê hezkiriyên her du tîmên me, bi taybetî Amedsporê, dema ku serkeftina xwe pîroz dikin, ji kerema xwe li ber çivîkên ku beşek ji ekosîstema me ne, fîşekên hewayî bi kar neynin.

Werin em coş û şahiya xwe bi çalakiyên curbecur ên wekî muzîk û govendê pêk bînin. Werin em wek her zindewarî, mafê jiyana çûkan biparêzin û jîngehê biparêzin.

Spas ji bo hesasiyeta we.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan