Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Bêhna Qerejdaxê bi EKAYê derket

Şaredariya Bajarê Mezin, bi projeya EKAYê pirsgirêka sergoya bajêr a 50 salên dahatû çareser kir û hilma gemar a deverê pask kir û bêhneke fireh da devera Qerejdaxê.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi hişmendiya şaredartiya jîngehparêz ji bo çareserkirina pirsgirêka depokirina sergoya bajêr a bi awayekî bêserober xebatên xwe hene.

Projeya bo çareserkirina kêşa sergoyê ji aliyê Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê ve hate amadekirin û di encamê de meydana vêkdana sergoya li Qerejdaxê ku ava gemar diçizrî nav ava vexwarinê û bêhn pê diket, hate çareserkirin.

Dabînkirina projeya EKAYê şêniyên li devera Qerejdaxê kêfxweş kirin.

EKAYê pirsgirêkeke mezin a jîngehê çareser kir û bi dezgeha entegreyê re heman wext tevkarî li debar û jiyara welatiyan dike.

“Dewar û pezê wan jiber diavêt”

Ferît Demîr şêniyekî li devera Qerejdaxê ye, bi bîr xist ku berê dema sergo bi rêbaza bêserober dihate vêkdan gend û gilêş li derdorê belav dibû.

Demîr, diyar kir ku ji ber şewitandina sergoyê gelek kêmasî çêdibûn û weha axivî:

“Tûr û telîs li hawirdorê berbelav dibûn, aveke gemar ji ber wan diçû û pez û dewarên me zayê wan jiber diçû. Ji ber sergoyê em ketibûn belayê. Deverek din tunebû, her kesê sergoya xwe dirête vê derê. Gundên derdorê ji dûmanê û ji kelmêşan aciz dibûn.”

“Niha tu dikarî seyranê lê bikî”

Demîr bal kişand ku ew ji ber çareserkirina vê kêşeyê gelekî kêfxweş in û weha axivî:

“Ji ber dûkelê havînan me nikaribû li vê derê ser banên xwe razên, her der tijî kelmêş dibû, me nikarî li derve çayê vexwin. Niha serê wê girtine, bêhn, dûkel tune, agir tev vemirandine, mikrop jê belav nabin. Hawirçakiya wê gelekî rind hatiye çêkirin, qedeme bi qedeme ye, êdî tûrik belavî hawirdorê nabin. Berê ji ber agirî me nikarî dora wê derê bikevin, niha tu dikarî ser wî girî geşt û seyranê bikî.”

“Gundî ji bêhna gemar û dûmanê xilas bûn”

Mehmet Nurî Demîr jî bi bîr xist ku sergoyê li hawirdorê belav dibû ji bo sewalkariyê dibû asteng.

Demîr bal kişand ku demeke dirêj e ji ber sergoyê wan nikaribû li van deran pez û dewaran xwedî bikin lê bi saya projeyê EKAYê wan dîsa dest bi xudankirin pez û dewaran kiriye û weha axivî:

“Tûrik bi ser zom û zozanê de belav dibûn, her sal bi hezaran pez û dewarên me telef dibûn. Gava agir bi sergoyê bixistana bêhneke genî dihat û dûkelê em difetisandin. Berê me nikaribû li vê derê rûnin. Gelek mifayê vê projeyê li gundê me çêbû. Em xelkê gundî vêga ji bêhna gemarî û dûkelê xilas bûn.”

Karê me yê bi sîgorte heye

Murat Demîr jî bal kişand ku wî berê bi vêkdana gilêşan debara xwe û got ku gelek rîskên karê wî hebûn.

Demîr, weha axivî:

“Gava tiştek bihata serê me; şûjinek an camek di canê me re biçûya em nediçûn nexweşxaneyê jî. Tu mîsogeriya me tunebû. Dîmena deverê pir kirêt bû. Her kî di vir re derbas bûbûya lome dikirin. Serê sergoyê nixamandin, ev projeyeke gelek baş e.”

Demîr aşkere kir ku ligel wî nêzî 15 kes ji dezgeha entegrekirinê nanekî dixwe û weha got: “Ez karê ewlekariya taybet dikim; vê gavê sîgorteya min heye, her tiştê min heye. Niha ez jiyaneke çar naçar dijîm.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan