Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Berhemên Atolyeya Hunerê li duryanan hatin bicihkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, peykerên “Hevseng” û “Pela Çinarê” ku di Atolyeya Hunerê de ji kelûpelên avêtinê hatine veberanîn li du duryanên cihê yên bajêr hatin bicihkirin. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, peyker di cih de venêrtin û destxweşîya ciwanên keda wan tê de heyî, kir.

Atolyeya Hunerê ya bi ser Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kelûpelê avêtinê ji nû ve veber tîne û wan berheman li duryanên bajêr bi cî dike. li Atolyeya Hunerê berî 5 mehan dest bi veberanîna berhemên bi navê “Hevseng” û “Pela Çinarê” kir û jê du peyker çêkirin. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli peyker seh kirin û destxweşî li ciwanên ku keda wan di çêkirina peykeran de bûye, kir.

Peykerê bi navê “Hevseng” bi destê peykersaz Mehmet Salîh Coçkun bi kevirê bazalt ê Qerejdaxê hate çêkirin. Peyker ‘cîhana di navbera qencî û neçakiyê de asê bûyî sembolîze dike’ û li Bulvara Mahabadê hate bicihkirin. Peykerê “Pela Çinarê” jî Coçkun ji bermahiyên metalî çêkir û Duryana Qantarê ya li ser Rêya Ruhayê hate dabînkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê berhemên ku di Atolyeya Hunerê de tên veberanîn li deverên cihê cihê yên bajêr bi cih bike.

Mizrakli serdana Temaparkê kir

Hevşaredar Mizrakli, ligel Serokê Daîreya Park û Baxçeyan û amîrên beşên têkildar li navçeya Peyasê serdana Temaparkê kir û rewşa wê seh kir. Mizrakli der barê xebatan de agahî ji rayedaran wergirtin û li parkê bi welatiyan re rûnişt. Mizrakli, pîrozbahiyên welatiyan bi “serçavan” wergirtin û der barê kar û xizmeta di parkê de guhê xwe da bîr û boçûna welatiyan. Mizrakli pişt re serdana li navçeya Rezanê Cadeya Sakaryayê kir û der barê rewşa xebatên nûkirinê de agahî wergirtin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan