Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Bi saya kursa DÎKASUM’ê bû xwedî kar

DÎKASUM abi ser Şaredariya Bajarê Mezin, bi kursên xwe yên ji bo debarê vekirine deriyê debarê ji bo jinan vedike.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Jinan û Malbatê, bi xebatên xwe yên ji bo jinan derfetên debarê ji bo jinan vedike.

Jin, di Navendên Jiyanê yên Jinan de ku bi ser Gerînendetiya Şaxa DÎKASUMê ne, di warê Xwendin-Nivîsîn, Venêrîna Nexweş û Pîrekalan, Venêrîna Por û Ciwankarî, Hunerên Destî, Step û Aerobîk, Perwerdeya Dînî û Qurana Pîroz, Hilberîna Cilûbergan û Aşpêjiyê de kursên pîşeyî dibînin.

Leyla Ogan, dayika 2 zarokan e û ji kursa Venêrîna Por û Ciwankariyê a DÎKASUMê sûd wergirtiye, bi saya vê bûye xwedî sertîfîka û bûye xwedî pîşe.

Ogan piştî kursê ji xwe re kargehekê vedike. Li herêma BenûSen ya Taxa Şelitlixê ji xwe re dukanekê kirê dike û jinên kursiyer Oganê bi tenê nahêlin, di hawara wê de tên da ku tadilat û temîra dukana xwe bike.

Pê re ev koma jinan bi hev re qurdeleya vekirina dukana Oganê dibirin.

Bila jin têbikoşin

Ogan, bal kişand ku wê ne tenê di DÎKASUMê de perwerde hildaye heman demê bi saya vê kursê derdora wê çêbûye û hevalên wê çêbûne.

Ogan, bi bîr xist ku dema ew çûye kursê hevjînê wê piştevaniya wê kiriye û got, wê ji aliyekî ve li zarokên xwe nêrtiye ji aliyekî ve kursa xwe domandiye.

Ogan her weha aşkere kir ku wê gelek piştgirî ji perwerdekarên kursê jî girtiye û weha axivî:

“Wexta me dest bi kursê kirî me tu tiştek nedizanî, em bi saya mamosteya xwe hînî her tiştî bûn. Ji zaroktiya xwe ve min dixwest bibin kuafêr, ez fêrî pîşeyekê bûm. Ez pêşniyazê hemû jinan dikin. Bila zanibin ku kuafêrî pîşeyeke domdar e.”

Ogan, bang li jinan kir ku xwe bi pêş bixin û weha axivî:

“Ez dixwazim bibim dengê hemû jinan, bila ew jî bikin, serkeftin ji wan re, bila têbikoşin. Me gelek destengî dît, ez dixwazim di warê aborî de piştgiriyê li malbata xwe, hevjînê xwe, hevalên xwe bikim.”

Jin bi saya kursan bi pêş dikevin

Perwerdekara DÎKASUMê Şîrîn Seyîtvan diyar kir ku gelek mifayê van kursan ji jinan re heye.

Seyîtvan bal kişand ku ew bi perwerdeyeke teori û pratik di warê xwepêşxistinê de alî jinan dikin û got ku ev kurs heman demê ji jinan re mînanî terapiyekê ne.

Seyîtvan bang li jinên malan kirin da ku beşdarî kursan bibin û weha got:

“Jin li kursê şad dibin, hevdu nas dikin. Leyla xanim nimûneyeke baş e ji bo vê yekê, vê yekê baweriya wê bi wê anî. Serê pêşîn jineke şermoke bû. Ev kurs jinan bi derûnî jî rehet dike.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan