Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Bi sporkaran re çemê Dîjleyê tê paqijkirin

Çalakîya “Em Bi Sporkarên Xwe Re Dadidinê û Çemê Dîjleyê Paqij Dikin” bi serperiştiya Hevjîna Serokomar Emîne Erdogan bi hewldanên Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu û Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê li Çemê Dîjleyê di çarçoveya Projeya Sifir Gelaş de hate lidarxistin û walî tê de amade bû.

Serokatîya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin ligel Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê, di çarçoveya Projeya Sifir Gelaş de li Çemê Dîjleyê çalakiya paqijkirina robarî li dar xist. Çalakî li Pira Dehderî hate lidarxistin, mebesta vê kiryarê rêbergirtina îsrafê ye, baştir bikaranîna serçaviyan e, Rêzdar Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, midûrên saziyan, ekîbên Îtfaiya Şaredariya Bajarê Mezin, ekîbên AFADê, endamên Komela Sporên Avê ya Dîcleyê beşdarî vê çalakiyê bûn. Beşdaran, gelaşên plastîk ên devê avê û binê avê derxistin û paqij kirin.

Li ser vê çalakiyê Walî Guzeloglu daxuyaniyek da. Behsa giringiya paqijiyê kir. Bal kişand ser parastina jîngehê û da zanîn ku giring e serçavîyên suriştî bi awayekî bikargertir bêne bikaranîn. Guzeloglu aşkere kir ku sala 2018ê Diyarbekir di warê berhevkirina gelaşî de bajarê herî pêş e.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan