Bo têkoşîna dijî kêzikan ‘maseya çareseriyê’
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, serdana Beşa Dermankirinê ya Serokatiya Daîreya Xizmetên Tenduristiyê kir û der barê xebatên dermankirina mêş û kêzikan li navend û 13 navçeyan de got ku ji bo karê dermankirinê bi awayekî baş bê meşandin divê maseya çareseriyê bê sazkirin.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, serdana Beşa Dermankirinê ya Serokatiya Daîreya Xizmetên Tenduristiyê kir. Mizrakli bi xebatkarên dermankirina mêş û kêzikan re hevdîtinek pêk anî û der barê xebatan de agahî wergirtin. Piştî agahdarkirineka kin Mizrakli li depoya dermanan geriya û der barê celebên dermanan û dermanên havînî û zivistanî de agahî wergirtin û xwest demildest nexşeyeka cihê berbelavbûna kêz û mêşan bêt amadekirin. Mizrakli diyar kir ku divê tavilê xebatên dermanreşandinê bên destpêkirin û der barê parastina tenduristiya gel de bi xebatkaran re bîr û ray parve kirin.
Divê çavdêriyek pisporane li dermanên li pîyaseyê hebe
Mizrakli bal kişand ku di xebatên dermankirinê de ji bo kelkwergirtina herî bilind divê bi baldarî karê xwe bimeşînin û diyar kir ku divê dermanên li piyaseyê bi destê pisporan bên dermankirin. Mizrakli destnîşan kir ku divê xebatên dermankirinê bi hestyarî bên meşandin û ji bo vê divê maseyeka çareseriyê bê sazkirin.
Mizrakli piştî ku çavdêriyên xwe li Beşa Dermankirinê qedandin, spasiya xebatkaran kir û di xebata wan de destxweşî li wan kir.
Piştî vê serdanê hevşaredar Mizrakli berê xwe da Atolyeya Hunerê a bi ser Serokatiya Daîreya Park Baxçeyan û der barê kereseyê veberanînê ku bo peyker û peyzajê bê bikaranîn de agahî wergirtin.
