Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Çêkirin, Sexbêrî û Çaksaziya Rêyan

Bulvara Xarpêtê tê nûkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeya Yenîşehirê di beşa 400 metreyî ya Bulvara Xarpêtê ya di navbera Çarêka Muhabereyê û Kolana Qişlayê de dest bi xebatên lêkirina asfaltê kir.

Serokatiya Daîreya Çêkirin, Sexbêrî û Temîrkirina Rêyan, bi mebesta xurtkirina jêrxaneya veguhastinê li seranserê bajêr, dirêjkirina temenê bikaranîna rêyan û zêdekirina ewlehiya ajotinê xebatên xwe yên çêkirin, temîrkirin û nûvekirina rêyan berdewam dike. Di vê çarçoveyê de li navçeya Yenîşehirê li Bulvara Xarpêtê xebata raxistina asfaltê hate destpêkirin.

Di çarçoveya xebatê de ku li Bulvara Xarpêtê di milê çûyînê de ya di navbera Çarêka Muhabereyê û Kolana Qişlayê de tê meşandin dê rêya 400 metreyî bête nûkirin. Tîm dê li ser rêya navborî bi giştî 2 hezar û 700 ton asfalta germ darêjin.

Çarêk ji trafîka wesayîtan re hate girtin

Ji ber xebatên asfaltê, di 4ê Îlonê de li ser rêyê trafîka wesayîtan bi qismî hate sînorkirin, di 5ê Îlonê de jî beşa di navbera Çarêka Muhabereyê û Kolana Qişlayê de ji trafîka wesayîtan re bi temamî hate girtin.

Rêya ku xebat lê têne meşandin, piştî ku raxistina asfaltê bi dawî bibe, di 6ê Îlonê de dê dîsa ji trafîka wesayîtan re bête vekirin.

Li beşa rê ya ku diçe ber bi Deriyê Çiyayî (Dağkapı) ve jî dê hefteya bê xebat bête kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan