Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Çalakîya “Em Bi Hev Re Bimeşin” hate pêkanîn

Di çarçoveya Hefteya Bizaftinê ya Ewropayê de, li Tirkiyeyê 81 bajaran bi hev re çalakiya “Em Bi Hev Re Bimeşin” hate lidarxistin, li Diyarbekirê jî ev çalaki bi beşdariya Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu pêk hat.

Bi mebesta jiyaneka bijûn û jîngeheka paqij li welatên beşdarê Yekitiya Ewropayê (YE), ji sala 2002yê ve ye di navbera 1*-22ê îlonê de çalakiya “Em Bi Hev Re Bimeşin” tê lidarxistin, çalaki li bajarê Diyarbekirê jî bir ê ve çû. Bi serkêşiya Federasyona Ji Bo Her Kesî Spor, çalakî bi piştgiriya Wezareta Spor û Ciwanan,, Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê, Saziya Bilind a Perwerdeyê, Walîtiya Diyarbekirê û Şaredariya Bajarê Mezin, li Sumerparkê dest pê kir û li Anit Parkê ber bîrdara Ataturk bi dawî hat. Rêzdar Walî Hasan Basrî Guzeloglu, parlamenter Ebubekir Bal, endamên protokolê, rêveberên saziyên cemawerî, xwendekar û komek welatî di meşê de amade bûn.

Piştî meşê, Walî Guzeloglu, der barê meşê de axaftinek kir, bal kişand ser jiyaneka bijûn û got ku bo jiyaneke bijûn pêdivî bi sporê heye.

Piştî axaftinê, beşdarên meşê bi hev re fotoyek kişand û meşa bi mebesta jiyaneke bijûn bi dawî bû.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan