Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Cejna Remezanê otobûs bêpere ne

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi boneya Cejna Remezanê ji roja erefê pê de 4 rojan dê xizmeta otobûsan bêpere bîne cih. Roja erefê û roja serî ya cejnê bi 117 otobûsan xelkê bajêr, li navenda bajêr û navçeyan bêpere dikare biçe ser goristanan.

Serokatiya Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navenda bajêr û navçeyan bi boneya Cejna Remezanê dê xizmeta bêpere bide welatiyan. Otobûsên Şaredariya Bajarê Mezin, roja erefê dê dest pê bike û heta dawiya cejnê dê xelkê bêpere siwar bike.

Serokatiya Daîreya Veguhastinê serdanên goristanan dan ber çavan û li gorî hindê roja erefê û roja ewil a cejnê dê hin xalbendan destnîşan bike û seferên goristanan dê ji van deran bêne kirin. Roja erefê û ya serî ya cejnê, 117 otobûsên şaredariyê li navenda bajêr û navçeyan dê li ber xizmeta welatiyan amade bin û wan bêpere bo ser goristanan bibin û bînin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan