Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Civîna Desteya Rêveber a Konseya Bajêr

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, di Civîna Desteya Rêveber a Konseya Bajêr de axivî û got, “Divê ev sazûman bi pêş bikeve û her biçe geştir bibe, ne ku enerjîya wê têk biçe, ev ji bo me baş nîn e. Ji îro pê de wek rêbaz divê em her roj bo pêşxistina wê bixebitin.”

Civîna Desteya Rêveber a Konseya Bajêr, di bin serokatiya Hevşaredar Dr. Selçûk Mizrakli de kom bû. Civîn li Salona Civînan a Sumerparkê pêk hat û ligel Mizrakli, Hevşaredara Sûrê Filiz Buluttekin, Hevşaredarê Peyasê Davut Kesen, serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê Mehmet Kaya, Serokê Baroyê Cîhan Aydin û nûnerên pêkhateyên Konseya Bajêr di civînê de amade bûn. Guner Yanliç a aktîvîsta Komela Ekolojîya Amedê jî bo Sekreteriya Giştî ya Konseya Bajêr hate hilbijartin.

Hevşaredar Mizrakli axaftina vekirinê kir û got, “Piştî ku me li Tirkiyeyê Konseya Bajêr a pêşîn civand, hin gav hene divê em pê rabin. Ji bo ev kar bimeşe û berdewamîya wê hebe, divê bo Desteya Rêveber amadekarî bêne kirin. Ji ber vê yekê jî hevalên beşdar ji vir pê ve divê wek Meclisa Şêwra Bilind bixebitin, ev terz dê gelekî bi kêrî pêşxistina Konseya Bajêr were.”

‘Milyonek û 700 hezar çavdêrên me hene’

Hevşaredar Mizrakli bi bîr xist ku di civînên berê yên Konseya Bajêr de beşdarî kêm bûye û weha axivî: “Ev sazûmanî divê bête geşkirin û berdewamiya wê bête tekezkirin, lewre jî divê em nehêlin kapasîteya wê bikeve. Ji îro pê de divê em xwe bidin ber barê wê û divê geşkirina kapasîteya wê ji me re kar be. Çimkî em vê dizanin. Gelek sazî di ber çavan de ne. Gava em dixebitin em tim dibêjin; milyonek û 700 hezar çavdêrên me hene. Her kesî li vî bajarî dijî, çavekî wan li ser me ye. Çimkî çawa ku pesindarî ji me re heye, heman wext gazin û lome jî hene. Xebateke weha bo pêşxistina demokrasiya civakî jî gelek giring e. Çimkî gelek saz û ddam û dezgehên bajêr temsîla wan di bin vî banî de heye, ev der wek meydaneke şêwrê ye jî. Bi şêwrê re Konseya Bajêr dê bibe xwedan kapasîteyeka mezin a birêvebirinê. Lewre xebata me ya di vê çarçoveyê de dê rêyeke fireh li ber me veke.”

‘Divê hişmendî û ruhê cografyayê bêt avakirin’

Hevşaredar Mizrakli weha domand, “Em tev dibêjin, em vî bajarî biparêzin, xwedanî lê bikin, bajarê xwe bigihînin siberoja wê û bo siberoja wê karekî çê bikin, em bo hêviya siberoja bajarê xwe tiştekî bikêr bikin. Ligel vê divê em hişmendiya cografî bidin şînkirin û ruhê wê geş bikin. Em hemû li erda ser digerin, çavê me pê dikeve diesirin û hizrên me bo wê derê çêdibin. Ligel vê gava ku hişmendiya xwedîderketina vê erdê hebe, ew ruh di me de ava bibe, hesasiyeta me jî bilindtir dibe. Ez wisa difikirim.”

Piştî axaftina Mizrakli, bo Sekreteriya Giştî ya Konseya Bajêr aktîvîsta Komela Ekolojiya Amedê Guner Yanliç hate hilbijartin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan