Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Xizmetên Jin û Malbatan

Li Fîskayayê civîna jinan

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, li Taxa Dîcleyê ya ku li Fîskayayê, bi jinan re kombûnek pêk anî.

Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan, xebatên xwe yên qadê yên ku bi armanca guhdarkirina daxwaz û hewcedariyên jinan rasterast birêve dibe, li Taxa Dîcleyê domand. Di civînekê de ku li maleke li Fîskayayê çêbû, Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, Endama Meclisa DBB'yê Ozlem Başari, Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan Ozden Gurbuz Sumer û xebatkarên serokatiya saziyê cih girtin.

Di civînê de ku jinan zehmetiyên ku di jiyana rojane de rasta wan tên, hewcedariyên li taxê û bendewariyên xwe parve kirin, li ser çareseriyên hevpar hat rawestîn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan