Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Civînên “Hevdîtina jinan” hatin kirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Navendên Jiyanê yên Jinan ên bi ser DÎKASUMê bi mebesta nirxandin û çareserkirina pirsgirêkên jinan bi navê “Hevdîtina Jinan” rezecivîn li dar xistin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Navendên Jiyanê yên Jinan ên bi ser DÎKASUMê bi mebesta nirxandin û çareserkirina pirsgirêkên jinan bi navê “Hevdîtina Jinan” rezecivîn pêk anîn. Kombûn di “Hevdîtina Jinan” ên li Yenîkoy, parka Koşuyolu, Ben û Sen û Deriyê Mêrdînê de hatin lidarxistin û di civînan de pirsgirêkênj jinan hatin hilsengandinê. Ji bo jinên beşdarî civînê bûbûn çalakiya rû rengandinê ya zarokên wan hate kirin.

Tê çaverêkirin ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di demên pêş de jî “Hevdîtinên Jinan” pêk bîne. Jinên beşdarî kombûnê bûne, kêfxweşiya xwe derbirîn û spasiya Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê kirin.

Di civînê de pirsgirêkên jinan ji her alî ve hatin bidestgirtin û hate diyarkirin ku ew ê hejmara navendên jinan zêde bikin. Di civînan de pêwistiya perwerdeya jinan jî hate nirxandin û hate aşkerekirin ku dê di bin çend sernanavî de perwerdeyê bidin jinan. Her dawî hate tekezkirin ku bo çareserkirina pirsgirêkên jinan dê gav bêne avêtin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan