Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Dê li Meydana Şêx Saîd kevok bifirin

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, li Meydana Şêx Saîd bi mebesta çivîk bikaribin sûdê jê werbigirin av û êm danî û aşkere kir ku êdî ji vir pê de dê her dem av û êmê deynin vê meydanê.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, li Meydana Şêx Saîd bo çivîk jê sûdê werbigirin xebatek da destpêkirin. Mizrakli di çarçoveya xebatê de av û êm danî meydanê û xelkê wirê der barê xebatê de agahdar kir.

Mizrakli der barê vê projeyê da daxuyaniyek kin da û got, “Ji berê de ye gava dibên Meydana Deriyê Çiyê em dizanin cihê rûdanên diltezîn ên dîrokî ye. Vê derê ligel navê wan kesên ber dilê me ezîz in, tê bilêvkirin. Ji ber hindê tiştê dê vê derê herî baş sombolîze bike aştî ye, kevok e, çivîk e. Wek bajarek kevokênm aştiyê lê difirin em hatin û me êm daniyê. Îro roj Şeva Qedrê ye. Wek metafor dixwazim bibêjim îşev ew jî dê fitara xwe bikin. Me êm ji wan re anî av dayê. Em ê ji vir pê de tim avê bidine wan, êmî bidin wan da ku ew kevokên aştiyê liv ê derê bifirin.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan