Ji bo paşeroja kelepûra dengbêjiyê civîna hevpar
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, li Mala Dengbêjan ligel dengbêjan civiya û daxwaz û pêşniyarên bo veguhastina edebiyata devkî ya kurdî û kelepûra çandî ya bo paşerojê guhdar kir. Di civînê de, sererastkirina li ser şert û mercên xebata dengbêjan hat kirin û agahî hatin dayîn.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca parastin û veguhastina kelepûra dengbêjiyê ku hilgirê girîng ê edebiyata devkî û bîra civakî ya kurdî ye, xebatên xwe berdewam dike. Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî, li Mala Dengbêjan a li Taxa Ziya Gokalp a navçeya Sûrê ye, ligel dengbêjên ku di nav nava DBBê de xebatê dikin hat cem hev.
Di civînê de Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, Alîkara Sekreterê Giştî Muhabbet Erdogmuş, Hevberdevka Meclîsa DBBê Demet Ceylan, Seroka Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî Zeynep Yaş, endamên Komîsyona Meclîsa Çandê û gelek dengbêj amade bûn.
Statûya hunermendiyê hat dan
Di civînê de, sererastkirina bo şert û mercên xebata dengbêjan jî hat parvekirin. Hat diyarkirin ku dengbêjên ku berê li ser bingeha dilxwaziyê di nav nava şaredariyê de xizmetyar bûn, ji vir û şûn ve dê xizmetên xwe di bin statûya hunermendiyê de bidomînin.
Hevşaredar Serra Bucak di civînê de axivî û diyar kir ku wan bi 24 dengbêjan re peyman îmze kiriye û çarçoveya xebatê diyar kiriye û wisa got: “Îro em ê bi we re sohbet bikin. Ji ber ku hûn hatin ez gelekî kêfxweş bûm, destê we sax be. Hûn dengbêjên vî bajarê qedîm in û bo me gelekî qedirbilind in. Hûn vê hunera kevnar diparêzin û berdewam dikin. Hêvîdar im ku di pêvajoya li pêşiya me de hejmara dengbêjên ciwan jî zêde bibe.”
Seroka Daireya Çand, Huner û Karên Civakî Zeynep Yaş jî bal kişand ser girîngiya dîrokî û çandî ya dengbêjiyê û wisa got: “Niha di nava me de 24 dengbêj cih digirin. Em daxwaz dikin ku ev hejmar di her bajar û navçeyê de hîn zêdetir bibe. Em hatin cem hev da ku qedr û nirxê dengbêjên xwe bizanibin û vê kelepûra kevnar bigehînin cihê ku layîqê wê ye.”
‘Pêdiviya me bi dengbêjên ciwan heye’
Dengbêjên ku di civînê de axivîn jî kêfxweşî û şahiya xwe ya ji ber li vir bûnê anîn ziman. Dengbêjan diyar kirin ku pêdivî bi dengbêjên ciwan heye û destnîşan kirin ku ew ê xebatên xwe yên paşerojê di vê rêyê de berdewam bikin.
