Di saziyên tenduristiyê de saxtiya bermahiyan
Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta jîngeh û welatiyan ji zirarên bermahiyên tibî biparêze li saziyên tenduristiyê saxtî bi encam dan.
Şaredariya Bajarê Mezin di çarçoveya “Rêziknameya Saxtîkirina Bermahiyên Tibî” de bi mebesta jîngeh û welatiyan ji zirarên bermahiyan biparêz li navenda bajêr û navçeyan xebatên xwe bêrawestan dimeşîne.
Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, bi ekîbên xwe yên ji bo vêkdan û jihevkirina bermahiyên tibî gihandine li saziyên tenduristiyê saxtî pêk anîn.
Ekîban niqteyên li saziyên tenduristiyê ji bo vêkdanê danîne seh kirin û der barê tevdîrên sist de saziyên têkildar hişyar kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya “Rêziknameya Saxtîkirina Bermahiyên Tibî” de dê bi awayekî perîyodîk li hemû saziyên tenduristiyê û nexweşxaneyan saxtîyên xwe bidomîne.
