Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Dibistanên Spora Havînê dest pê kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi 9 branşên sporê di bin 7 sernavên perwerdeyê de Dibistanên Spora Havînê li dar dixe. Dibistanên Spora Havînê bi maweyê du mehan tên lidarxistin û tê çaverêkirin ku 7 hezar û 180 zarokên 7-16 salî jê sûdê werbigirin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi mebesta zarok havîna xwe baş derbas bikin û di warê fîzîkî û civakî de xwe bi pêş bixin, Dibistanên Sporê Havînê li dar dixe. Dibistan bi beşdariya 7 hezar û 180 zarokî dest pê kir.

Kurs dê 8 hefteyan dewam bikin û di kursan de qurên futbolê, basketbolê, voleybolê, avjeniyê, kişikê, tenîsê, karateyê, jîmnastîkê, zanist û teknolojiyê, leyîzên aqil û jîrahiyê, nivîskar û afrîneriyê, matematîka kêfxweşî, xwendina lez, xebatên geryanê û muzîkê tên lidarxistin. Kurs li Mala Zanînê, Sumerparkê, Dezgehên 500 Evleriyan û Melevangeha Seyrantepeyê têne pêkanîn.

Zarokan serlêdan li Dibistanên Spora Havînan di 9 branşên cihê cihê yên sporê de kir û kelûpelên sporê ji aliyê şaredariyê ve bêpere li zarokan hate belavkirin. Perwerde dê li 7 cihan bêne pêkanîn û 40 rahêner dê di kursan de dersan bidin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan