Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

DÎSKÎ rê nade avê neqanûnî bi kar bînin

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo parastina mafên 1 milyon û 782 hezar şêniyên bajêr têkoşîneke bêmefer li dijî kesên avê bi awayekî qaçax bi kar tînin, dimeşîne.

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya Farqînê boriyeke 500 metreyî a pola ku tê re ava qaçax tê kişandin, tespît kir.

DÎSK’yê tespit kir ku bi vê boriyê ji Ava Bezmarê ji bo Gundê Pîrmanê ava qaçax hatiye kişandin û 8 aboneyên qaçax ev av girêdaye kaniyên xwe û bi kar aniye.

Ekîban, abonetîya van kesan betal kir û der barê wan de muamela qanûnî da destpêkirin.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî kesên avê bi qaçaxî serf dikin hişyar kirin û weha axivî:

“Gava mirov avê qaçax bi kar bîne, mirov heqê kesên din dixwe. Gava mirov avê weha bi nezanî berde ser zeviyên xwe û avdanê pê bike, kesên din bêav dimînin. Em nahêlin tu kes avê bi qaçaxî serf bike.”

DÎSKÎ, ji bo rêlibergirtina bikaranîna avê bi rêbazên neqanûnî dê li seranserê parêzgehê xebatên xwe bidomîne.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan