DÎSKÎ şûna izgarayên dizî yên nû datîne
Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), şûna izgarayên ser devê kanalîzasyonan ên dizî izgarayên nû cî bi cî dike.
DÎSKÎ, li ser dizîna izgarayan ku dibe sedem ku jiyana zarok û pîrekalan bikeve xeterê zend û bend badan.
Ekîban, li şûna izgarayên dizî yên ji darêtina pîk hatine çêkirin izgarayên RPC bi cî kirin û nikarin evî cureyê izgarayê ji bo veguherandinê bi kar bînin.
“Bila welatî ALO 153ê agahdar bikin”
Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, li derdora Birca Keçikê ya li navçeya Sûrê di montekirina 75 izgarayên hatine dizîn seh kir û ji xebatkaran agahî wergirt.
Tutşî, diyar kir ku DÎSKÎ hemû projeyên li bajêr têne kirin bi pereyên welatiyan têne kirin lewra divê welatî hişyar bin gava wan dît izgarayên kanalîzasyonê têne dizîn bila li ALO 153ê bigerin û hayê rayedaran pê bixin.
“Pergala nû rê li ber serfkirina pereyên gel digire”
Tutşî, weha axivî:
“Banên RPC û izgarayên nû yên ava baranan ku nû hatine montekirin ji têkela beton û hesinî ye. Her weha ev amûrên nû bi karî karê ji nû ve veberanînê nayê. Em ê bi demê re vê pergalê li bajêr berbelav bikin.”
