Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

DÎSKÎyê xeta ava baranê ya Kuçeya Hunerê paqij kir

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), li ser izgarayên ava baranê yên li Kuçeya Hunerê ya li Yenîşehrê paqijiyeke berfireh pêk anî.

Ekîbên DÎSKÎyê, li Kuçeya Hunerê bi mebesta rêlibergirtina xetimîna izgarayên ava baranê li Kuçeya Hunerê paqijiyeke berfireh kir.

3 ekîbên 14 kesî tevî 1 vîdanjorê li her perên Kuçeyên Hunerê ku 367 metir dirêjiya wê heye, ji bo xetên ava baranê nexetimin bi maweyê 6 saetan xebata paqijiyê meşand. Pê re li qada 734 metre paqijî kir.

Gend û gilêşên ji izgarayên ava baranê hatine derxistin, ji bo jinavbirinê bo Sehaya Depokirina Çopê ya Şaredariya Bajarê Mezin hatin guhastin.

Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê, piştî xebata paqijiyê bi rayedarên Komela Kuçeya Hunerê û esnafan re hevdîtinek li dar xist.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan