DÎSMEK ber bi “Zanîngeha Gel” ve ye
Şaredariya Bajarê Mezin, hejmara kursên xwe yên Kursa Perwerdeya Pîşeyî û Hunerî, li navenda bajêr û navçeyan zêde dike da ku hêsankarî bixe jiyana welatiyan û derfetên jîyarê ber wan veke.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta zêdekirina derfetên debarê û bipêşxistina kerta aboriyê Kursa Perwerdeya Pîşeyî û Hunerî (DÎSMEK) saz kiriye û di bin banê vê saziyê de di gelek waran de kurs ji bo şêniyên Diyarbekirê têne sazkirin; eleqeya bo van kursên hunerî û pîşeyî gelekî germ û gur e.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, di warê hunerên mutbexê, raçandina tevn û rîsî, hunerên destî, tesktîl, hunera çînî, çêkirina zembîlan, bebikên potik, venêrîna çermî, kuafêrî, teknolojî, ziman û pêşketina takeyî de kursan vedike, beşdaran perwerde dike.
Li navenda li Qada Jiyana Hevpar a li Sumerparkê bi 12 atolye û poleke pêşketina takeyî di serdema perwerdeya 2020-2021ê de di 25 beşî de 2 hezar û 310 kursîyerî, di Navenda Kursan a li Farqînê ku 5 atolye û poleke pêşketina takeyî heye de, di 7 beşî de 480 kursîyerî perwerde girt.
Di serdema 2020-2021ê de ji 216 modûlên vekirî 5 hezar û 70 kesî sûd wergirt, di serdema 2021-2022ê de li 3 navendan kurs bi beşdariya 1266 kursîyeran berdewam dikin.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, li navçeya Baglêrê 9 atolye saz kirine, 4 polên teknozanistê vekirine, 4 polên pêşketina takeyî li Navenda Kursan a DÎSMEKê ya li Goletlî Parkê damezrandine û tê de 720 kursîyer perwerde dibin.
Ji bo ji her temenî welatî karibin ji van kursan sûdê werbigirin Şaredariya Bajarê Mezin xebatên xwe berdewam dike û bona vê li Bismil û Çinarê jî navendên kursan ên DÎSMEKê ava dike.
Ji bo zarokan xizmeta krêşê heye
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, li navendên kursan ji bo kursîyerên xwedî zarok Yarîgehên Zarokan saz kirine, zarokên 3-6 salî dema dayikên wan li kursê ne dikarin bi awayekî ewle li vir demeke xweş biborînin û xizmeta krêşê ji bo wan heye.
Serlêdana kursan didome
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo karê serlêdana kursan hêsantir bibe, perwerdeya di kursan de tê dayîn bêhtir liberçav bibe û xizmetguzarî bilezûbeztir pêk were, “Pergala Rêvebirina Kursan a DÎSMEKê” saz kir.
Şêniyên Diyarbekirê, dikarin li ser vê pergalê modûla kursan, branş, dema perwerdeyê, kîjan kurs li kîjan navendê tê dayîn, navnîşana navendê li ser malpera www.dismek.org.tr web bibînin.
Kesên dixwazin kursên xwe bidomînin dikarin serlêdana xwe li malpera, www.dismek.org.tr web bikin.
“Bila bên, xwe bi pêş ve bibin”
Suna Eroglu di kursa tekstîlê de perwerde dibe, diyar kir ku wê ji bo xwe bi pêş bixe di encama lêkolînan de xwe li kursa DÎSMEKê tomar kiriye.
Eroglu, kêfxweşiya ji perwerdeya kursê anî ziman û weha axivî:
“Ez ji jinan re dibêjim, bila li malê rûnenin, bila bên beşdariyê di kursên weha de bikin. Çi pere tê nadin, çi zehmetiya madî nakişînin. Bila bên û xwe bi pêş bixin. Ez dibêm qey ev kurs baş e qene siberojê belkî bi xêra vir nanekî bixwin.”
“Em vir wek ‘Zanîngeha Gel’ dibînin”
Eslem Ataş beşdarî kursan dibe, diyar kir ku meraqa wê ji bo karê durûtinê heye lewra qeyda xwe çêkiriye.
Ataş, weha axivî:
“Min ji xwe re difikirî ka ez çi bikim hingê min DÎSMEK dît, gelekî kêfa min hat. Min qeyda xwe çêkir û dest pê kir, bi desteka mamosteyan ez xeyalên xwe pêk tînim. Em vê derê wek Zanîngeha Gel dibînin. Piştî me sertîfîka xwe ji vir girt, em dikarin ji xwe re karekî peyda bikin. Hinek kesan derfeta xwendinê tune ye lê bi saya van kursan em dikarin xwe bigihînin xwezî û hêviyên xwe.”
Yaren Susun jî beşdarî kursan dibe, diyar kir ku armanca wê ye ku kargeha xwe veke, lewra dest bi kursa kuafêriyê kiriye.
Susun, bal kişand ku wê li kursê bi alîkariya mamosteyan xwe fêrî hemû kar û barên kuafêriyê kiriye û got, ew kesê dixwazin fêrî tiştekî bibin bila li mala xwe rûnenin bên virê xwe bi pêş bixin.
Devran Zencîr diyar kir ku ew ji bo kargeha xwe veke beşdarî Kursa Pastavaniyê bûye û got, ew li virê hînî çêkirina kulîçe, beqlave, paste, cureyên şîrînahiyê bûye.
“Ez tême kursê zarokê min jî tê krêşê”
Sema Coşkun beşdara kursan e, diyar kir ku bi saya yarîgehên zarokan ên li navendan ew dikare bi kurê xwe re bête kursê.
Coçkun weha axivî, “Min dixwest biçim kursê. Aqilê min dima ser zarokê min. Min ew danîba ku, ez çawa biçûma, ez li vî tiştî difikirîm.” Coşkun axaftina xwe weha domand:
“Vê navendê derfeteke wisa da me hem ez bi xwe dikarim bêm kursê hem jî ez zarokê xwe datînim jorî ew di krêşê de perwerde dibe. Gelek kursên bikêr li DÎSMEKê hene, ez gelek kêfxweş im pê. Ku ez li mal rûnim, qene li vir bi karekî mijûl dibim.”
Sevgî Gokkara jî beşdareka kursan e, diyar kir ku ji bo dema xwe baş derbas bike beşdarî kursa Hunerên Destî dibe.
Gokkara aşkere kir ku dema ew tê kursê, bi dilekî rehet zarokê xwe datîne yarîgehê û got, dilê wê rehet e dema ew li kursê ye zarokê wê jî derdora wê ye.
