Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

DÎSMEK derbasî pergala online bû

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo di karûbarên kursên xwe yên perwerdeyê de hêsankariyê bi beşdaran re bike derbasî pergala online bû.

DÎSMEK, ji bo her temenî kursên xwe hene û bi van kursên xwe yên pîşevanî û perwerdeyê de bala şêniyên Diyarbekirê dikêşe ser xwe.

Serokatîya Daîreya Karûbarên Civakî û Çandî, bi mebesta li bajêr deriyên debarê veke û xebatkarên şareza bigihîne kursên perwerdeyê li dar dixe, niha ji bo hêsankarî di karûbarên van kursan de bête kirine û beşdar karûbarên xwe zûtir bikin “Pergala Kargêriya Kursan a DÎSMEK’ê” ava kir.

Şêniyên Diyarbekirê, bi saya vê pergalê dê karibin der barê modul, branş, demên perwerdeyê de, ka kîjan kurs li kîjan navendê tê dayîn, navnîşan û hûrgiliyan li ser malpera www.dismek.org.tr agahiyan werbigirin.

Kursên DÎSMEK’ê di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin di 43 beşan de berdewam in û ji bo qeyd û beşdariya kursên rûbirû û online beşdar dê karibin serlêdana xwe li ser malpera www.dismek.org.tr pêk bînin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan