Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Diyarbekir bi kulîlkên rengîn xemilî

Şaredariya Bajarê Mezin, bi 2 milyon kulîlkên li bîstanê xwe çandî bajêr bi gulçîçekan xemiland û 37 hezar dar çandin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, her demsalekê park, bulvar, cade, refûj û peyarêkan bi kulîlkên rengorengo dixemilîne.

37 hezar dar hatin çandin

Ekîban, îsal di demsala darçandinê de li devrê û peyarêkên navend û navçeyan ji cure û celebê manolye, xetmî, ergûvan, hiloka xemlê, hirmîyê xemlê, gilyasa xemlê, lale û ixlamûrê û zequmê 37 hezar dar çandin.

Ekîban, meha nîsana 2021’ê dest bi çandina kulîlkan kir û heta niha 2 milyon kulîlkên havînî li park û seyrangehan çandin û bi van kulîlkan dîmenên rengîn peyda bûn.

Bi 22 arazozê ve 3 danî avdan tê kirin

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, ji ber ku îsal hişkesalî heye hejmara dezgehê dagirtina avê ji 5 depoyan derxist 6an.

Ekîbên şaredariyê, bi 22 arazozan ve roj 3 danan park, baxçe û refûjan av dide, 6 hezar ton avê di karê avdanê de serf dike û ji bo hejmara depoyên avê hê zêdetir bike xebat dan destpêkirin.

Ekîban, heta niha ji bo avdanê 11 bîr vedane û ji bo wan çalak bi kar bîne xebat dan destpêkirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan