Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Em ê li 17 navçeyan tesîsên sporê ava bikin

Walî Karaloglu:

“Dil dixwaze li her 17 navçeyên Diyarbekirê em bikaribin xwe bigihînin ciwanan, ji bo wan salonên sporê, qadên futbolê û navendên çandê hebin. Lewra em ji bo xebateke gur dimeşînin. Wezîrê Spor û Ciwanan Mehmet Muharrem Kasapoglu piştgiriyeke mezin dide me.”

Walîyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, kupa da tîma ku di Lîga Masterleran a Biharê ya Şaredariya Bajarê Mezin de bi ser ket.

Turnuva ji aliyê Serokatiya Daîreya Spor û Ciwanan û Federastona Masterleran a Diyarbekirê ve hate lidarxistin, 17 tîm beşdarî turnuvayê bûn û maçên turnuvayê li Tesîsên Sporê yên Şaredariya Bajarê Mezin hatin leyîstin.

Maça fînalê di navbera Sanayîspor û Yeşîlyildizsporê de hate lîstin, Karaloglu li vê maçê temaşe kir û di encamê de Sanayîsporê hevrikê xwe 2-0 têk bir û ser ket. Walî Karaloglu kupaya serkeftinê pêşkêşî rayedarên vê tîmê kir.

Di merasîma kupayê de Walî Munîr Karaloglu axivî u bal kişand ku Walîtiya Diyarbekirê û Şaredariya Bajarê Mezin ji bo pêşxistina spora herêmê gelek xebatan dikin û got, armanca wan ew e ku li her 17 navçeyên Diyarbekirê jî dezgehên sporê bêne avakirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan